Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrişa Tirkiyê, dijkiryara berfirehe Cîhanî bi dû xwe de anî

11:17 - 10 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Êrişa berfirehe Artêşa Tirk bo ser Rojavaya Kurdistanê, helvêst û bertekên Cîhanî bi dû xwe de anîn.

Piştî ewê ku Artêşa Tirkiyê bi fermana Erdoxanê Serkomarê Tirkiyê êrişa xwe bi wejayî û esmanî bo ser Rojhilata Çemê Firatê destpêkir, zaf nawend û saziyên Nawneteweyî û welatan helvêst girtin û dijkiryar dane xûyakirin û ev kiryara Tirkiyê peretesto û şermezar kirin.

Saziya Netewên Yekbûyî daxaz kir Tirkiye destbicî vê êrişa xwe ragire.

Êketiya Welatên Ewrûpa tewî şermezar kirina Tirkiyê, ragihandin ku êdî Tirkiye nikare bibe endamê vê Êketiyê.

Welatên xwedî bandore Firanse, Birîtaniya, Alman daxaza civîna bi leze Şêvra Ewlehiya Nawnetewî kirin.

Rûsiyê jî daxwaz ji Tirkiyê kirk u êrişê rawestine.

Êketiya Welatên Erebî tevî daxwaza ragirtina êrişa tirkiyê, bona diyarî kirina dijkiryara fermiye vê Êketiyê, daxwaz kirine ku civîneke bileze vê Êketiyê bête li darxistin.

Herçiqas ev êrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê bi çira keska Tirampê Serkomarê Amerîka hatiye encam danê, lê dîsan jî piraniya deshilatdarên Amerîka tewî rexne kirina Tiramp, dijkiryar li henber êrişa Tirkiyê dane xûya kirin û şermezar kirin.

Êerişa Tirkiyê dijkiryara Saziya Nato yê jî bi du xwe de anî ku qirare Sibe serokê Nato yê biçe Tirkiyê