Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êzidî li Îraq û Kurdistanê

14:47 - 15 Îlon 2012

Eydû Baba Şêx

Êzidiyatî Olekî baweriyê bi Xwedê û Milyaketên wî tîne, û rêzê li hemû Pêxember, Welî û çaka ji pir ol û baweriya dadinê, û navên li tikstên xwe yên ayînî da tîne, dînekî dêrîn û aştîxwaz e û daxwaziya lêborîn û hevjiyanê dike. Serbarê vê yekê gelek kuştar û malwêranî bi ser wan de hatiye. 72 ferman derbaz bûne û fermana ji hemûyan dijwartir kuştina Mîrê Kore -Mîrê Rewandizê- li sala 1832 a Zayinî û kûştara Ferîqê Usmanî (Emer Wehbî)li sla 1892 a Zayinî, ewan kûştar û malwêraniyan weha kir, ku ciyê akincîbûna Êzdîyan rojbirojê kêmtir û bertengtir bit. Bi taybetî li Îraqê ku îro bi tenê li Qeza Sêmêl û Qeza Zaxo li Parêzgeha Duhokê li herêma Kurdistana Îraqê, û li Qeza Şengal û Şêxan Û Tilkêf û navça Başik li Parêzgeha Neynewa Dimînin, li gel destpêka çerxê bîstê ew kûştar pir kêm bûn, û li gel avakirina Dewleta Îraqê, cîhan li rûyê Êzidiyan vebû, û hêdî hêdî ber bi xwendingehan ve çûn. nemaze li Başîk û Behzanê ku nêzîkî navenda bajarê Mûsil bûn, û di piştre li Şêxan û Şengalê, lê çimkû Êzidî herdem li derveyî bajêran dijîyan, lewam dûrbûn ji siyaseta dewletê û dezgehên wan, û li gel vê yekê jî, êk ji Rêdîn sipîyên çiyayê Şingalê ji bo Civata Nûnerên Îraqê li sla 1947\'ê hat hilbijartin bi navê (Metû Axa Xelef) û her li salên çilan da çend ji wan bûn Karmendên Dewletê, û jimara wan hindik hindik zêde dibû, heta salên heftî û heştîyan, ji sedsala borî ku hijmara xwêndevan û akadimîyan ji Endazyar û Duxtur û Mamosta û Parêzeran çend dihat bilindtir dibû, lê kes ji wan nebû rêveberê giştî, belkî yek kes bû Qaîmmeqam û ji çend mehan zêdetir nema, lê ji aliyek din ve Îzidiyan pişikdarî li bizava rizgarîxwaziya Kurdî li Îraqê da kirin, û gelek ji wan bûn pêşmerge û kadir, li nava vê bizavê da, lewra piştî şikestina Şoreşa Kurdî li sala 1975\'ê Êzidî hatin dûrkirin ji gundên wan, û li Komelgehan hatin Komkirin, û Erebên biyanî, li cihê wan hatin akincîkirin, lê li serjimêriyan de, bi Ereb dihatne nivîsîn (Serjimêriya sala 1977 û paşda), lê li Zîndan û Eşkence û Enfalan da wekû Kurd dihatin hejimartin, lewma 185 kes ji Êzidiyan li Enfalan hatine Hinda kirin, belê bo biryarên baş ji Kurdan ra, wekû Ereb dihatine hejimartin. Dema serhildana li başûrê Kurdistanê a sala 1991\'ê cemawerê Êzidî jî wek xelkê din pişkdarî di serhildanê kirin û bêhna xwe vedan û piştre bo cara yekem Senterekî civakî, çandî li sala 1993\'ê li bjarê Duhokê bi navê Perestgeha wan a pîroz (Laliş) hate damezirandin û govarek bi heman navî hat weşandin û roj bo rojê berev cîhana derve çûn. Bi rêya wan Êzidiyên ji Ewropa dihatin, li yekemîn Perlimana Kurdistanê piştî serhildanê, li sala 1992\'ê dû Kesayetî ji Êzidîyan wekû Endamên Perlimana Kurdistanê hatin hilbijartin, û piştre pileyên bilind wek Cêgirê Waliyê Dihûkê û Cêgirê Serleşkerê Badînan bi dest anîn.
Li sala 1997 yekemîn Wezîrê Kurd ê Êzidî li herêma Kurdistanê hat danan û piştre bûn 2 wezîr û Nûêner hebûn li Kongirên opozîsyona Îraqê, bi riya Partên Kurdistanî. Lê piştî rizgarbûna Îraqê li sala 2003\'an hind gundên Ku li serdemê rejîma berê hatibûn bi Ereb kirin, jibo Êzdîyan wegerîyan û bingeha Laliş zêde bû û çendîn çiqên cûda ji bo vê çêbûn û gelek bingeh û Komele û Senterên Gencan hatin damezirandin û Êzidîyan karî gelek Hêvîyên xwe yên çandî bi cî bînin û piştre li Kurdistanê û paştir li Îraqê dersa ola Êzdîyan li Xandingehan û dibistanan hatin xwandin. Li sala 2004\'ê ji bo cara yekem wezîrekî Êzidî li hikûmeta navendî a Îraqa Federal hat diyar kirin, û sê endamên perlimanê li komela Niştîmanî a Îraqê hatin dîyarî kirin.
Êzidî û Destûr

Destûra Îraqê ya berwext li sala 1980ê bi tenê navê Dînê Îslamê Înabû(M 4)ji vê Destûrê digot :Îslam Dînê dewletê ye.

Lê di destûra nû kû li sala 2005\'ê derkevtîye navê hemû dîn û ayînan li Îraqê tên peyrew kirin hatîye nivîsandin.

Mada du dibêje: Ew Destûre nasnama Îslamî ya piranîya gelê Îraqê diparêze, herwisa hemû Mafên olî yên hemû taka li serbestîya bawerî û kiryarên ayînî da wek Kirîstîyen û Êzidî û wisabî Mendayî.

(M 41) dibêje: Îraqî serbestin di hevbend bûna bi bare Kesayetîê bi pêka Ayîn û Meseb û bîrûbawer û hilbijartina wan, û ew yek jî pêka yasayê dihê rêkxistin.

Li destpêka Sala 2006\'an civaka bilind a rûhanî ya Êzidîya desteyek damezirand ku di vê desteya han de komîteyên yasayî hebûn û komîteya han bi awayekî şêvirdarî li gel hejimarek ji Kesayetîyên yasayî û rewşenbîr û oldarên Êzidîyan hewil dan pirojeka yasayî ya taybet bi Êzidîyan li Herêma Kurdistanê û Îraqê bixin bar cîbicî kirinê. Ev pirojeya han li encam da ji aliyê her 2 perlimanên herêma Kurdistanê û Îraqê hat pesendkirin, û wek (M43) li derbarê rê û resmên olî û ewqafê de wisa hatîye nivîsandin: bavermendên her ol û mesebekê azad in di :

1-cîbicî kirina rê û resmên olî li nav wan da rêûresmên Hûsênîyan.
B-rêvebirina ewqaf û karûbarên wê, û dezgehên olî, bi rêya yasayê tê rêkxistin.
2- Dewlet azadîya bawerîyê û cihên Perestgehan dabîn diket.

Êzidî rêûresmên xwe yên olî bi serbestî birêve dibin, lê wan îdareyekî taybet bi olê xwe li hikûmeta navendî de nebûn, lê li Îraqa nû de karîn dîwaneke taybet bi olên Êzidî, Kirîstîyen, Mendayî li Bexdayê ava bikin. Her çend Êzidîyan li Îraqê pitir ji nîw Milyûn kesan dibe, û piştî Îslamê bi dînê dûyem yê Îraqê dihê hejimartin, lê Serokê Dîwanê û cîgirê wê û jimareka rêweberên ji bawermendên ola Kirîstîyan in. Êzidîyan li vê dîwanê tenê yek birêveber hene, û tayeke sêvî li devera Başîkê hene. Hewce ye ku karê vê Dîwanê pitir bihê zêde kirin û leq û tayên wê ji herêm û bajêran bihên ava kirin û giringîyekî zêde bi Perestgehên Êzdîyan bihêt dan, bi taybetî Laliş ku wek Qibleya Êzidîyan li seranserî cîhanê tê mêzekirin.

Li wan salên dawîyê de çendî Perestgehên Êzidîyan hatine nûjen kirin û li Perestgeha pîroz a Laliş jî hind avahî hatine çêkirin û hin mûçe jî ji alîyê her dû partîyên deshilatdar yên herêma Kurdistanê ji bo oldarên Êzidî hatîye danan.

Di yasaya herêma Kurdistanê li ser Mafên oldarên din hatîye ku: (M6) destûra herêma Kurdistanê baverîya Îslamî ya piranîya xelikê herêma Kurdistanê qebûl dike û mafên olên din yên wek Kirîstîyen û Êzidî û yên din û serbestîya bîr û bawer û serbestîya birêvebirina rêûresmên olî li herêmê de, ji bo hemû kesî dabîn dike.

Li (M 30) ya destûra herêma Kurdistanê li ser çêkirina civatên rûhanî yên Ezidîyan hatîye nivîsandin:
Yekem: Nabe ku yasaya û birayarên ku li ser olekî taybetî hatiye danan li ser olekî din bihê danan.

Dû: Peyrewên ol û mesebên ne mûsilman wek Kirîstîyan û Êzidîyan xwedîyê wî mafî ne ku civatên olî yên taybet bi xwe ava bikin û bi pêka hûkmên taybetî ku ji alîyê yasayê hatîye danan biçin ku ew yek ji alîyê dadigehan dê bihê dîyarî kirin, û birayara dadgehê girêdayî bi wî hûkmê taybetî heye. Hata ku bi destê yasayê tên serrast kirin yan jî bi yasayê bihê hilweşandin û kar dê pê bihê kirin.
Li (M19- xala 9):
Zor li ser çi dînekê nîne û her kes serbest e ku bîr û bawerîya xwe ya taybetî hebe, û hikûmeta herêmê dê azadîya hawilatîyên Kurdistanê ji Mûsilamn û Kirîstîyan û Êzidîyan û yên din li cêbicîkirin û perestin û birêvebirina rêûresim û rêzgirtin li Mizgeft, dêr û perestgehan û cihên perestinê û nûjen kirina wan dabîn dike.

Herwisa dibe em bêjin ku rêveberîya giştî ji bo kar û barê Êzidîyan li bajarê Silêmanîyê hatîye damezirandin, li sala 2005\'ê. Her çend dûre li deverên Êzidîyan û tenê çend karmendên vê hene, lê niha rêveberîya giştî bo karûbarên Êzidîyan li wizareta Ewqafê û karûbarên Ayînî li hewlêrê heye, lê mixabin heta niha Şivirmend ji bo karûbarê Êzidîyan li wizaretxana han nehatîye danan û eva di çaxekê de ye, ku 3\'ê sal bi ser avabûna rêveberiya han derbaz dibe, lê dîsan jî roja sersala Êzidîyan (Çarşema Sûr )bûye roja îstirahetê li seranserî herêmê û dezgehên Herêma Kurdistanê di vê rojê de girêdayî ne.

Êzidî û desthilata Dadweriyê

Cêbecêkirina hûkimên barên taybet bi Êzidîyan pêwîstî bi dadwerên Êzidî heye û herçend ku hîç berbesteke yasayî nîne ku rêgirîyê li hatina Êzidîyan bike, bo dadwerîyê ,lê dadwerên Êzidî li dewerên Êzidîyan nînin û ji alîyê hikûmeta navendî ya Îraqê dadwer tên dîyarî kirin û tenê 2 dadwerên Êzidî li bajarê Silêmanîye hene. Hêvî dikin ku dadwerên Êzidî bihên danên, çimkû bi sedan dadwerên Êzidî hene ku hind ji wan xwedî ezmonekî dûr û dirêj in.

Êzidî û Desthelata Yasadananê

Her ji destpêka damezirandina Perlemanê Kurdistanê Ezidiyan nûner hebûne. Xula yekê 2 Noner, ya 2’ê 3 nûner, ya sêyê me 1 nûner hebûye, helbet heta niha helbijartin bi lîstên girtî bûye li Perlimanê Kurdistanê, lê li civata nûneran li Êraqa Federal li xula bi navê Komela Nîştimanî ya Êraqê Êzidiyan 3 Nûner hebûn, her çend hilbijartin bi vejmartin bûn, li xula yekê ya hilbijartinê 2 Nûner Êzidiyan hebûn, êk ji wan bi Kote bû, û li xula 3’ê bi lîstên nîv vekirî bû, lewra êk nûner bi Kotayê û 6 nûner li ser lîsta Kurdistanî bûn Endamên civata nûnerên Êraqa Fidiral, herwesa li civata Parêzgehan li pêşiyê tinê Endamek bû, yan dû, lê li lîsta nîv vekirî li xula dawî 8 Endam ji lîsta birayetî ji kotayê bûn Endam li civatê.

Êzidî û Desthelata Cêbecêkirinê

Li demên Rijîmên berê yek Êzidî bu Qayimqam li sala 1970\'î de, lê piştî serhildanê harîkarê parêzgerî û serleşker û wezîr, gelek caran dû wezîr li yek kabînê da hebûn, her çend wezîrên herêmê bûn, niha li kabîna şeşê wezîrê çandin û avdêriyê Êzidî ye, herweha dû qayimqam û dû rêveberên navça li qeza Şingal û Şêxan hene, çendîn efser, serbaz û polîs û hindek ji wan jin in. li Hukûmeta Federal li dû kabînan da wezîrekî Êzidî hebûye, lê muxabin nebûye nerît weku Hukûmeta Herêma Kurdistanê, her wesa hîç cêgir, wezîr û balyoz me nînin.

Êzidî û Xwendevanî û Kultûr

Eger Êzidiyan li Êraqê li Salên Çilan da çend Mamostayên seretayî hebin û li destpêka heftiyan de çend derçûyên kolîjan hebin, niha bi Sedan Endazyar û Rojnamenivîs û Nivîskar û parêzer û mafnas hene, niha bi tinê li Zankoya Duhokê pitir ji 60 Mamosta Diblom, Master, Diktor heye û li Zankoya Silêmanî Nêzîkî 20 Mamosta hene, li Zankoya Selaheddîn li Hewlêr û kitekit jî li Zanko û Peymangehên dinên bajêrên Kurdistanê, çendîn ragir û Berpirsên beşan hene, eger berê bi tinê gerok û nivîserên biyanî ya li ser Êzidiyan dinivîsîn, niha bi Dehan pertûk bi dest û qelemên Nivîskarên Êzidiyan di hemû biwarana da hene û gelek ji wan ekadîmîn, niha çendîn govar û rojnameyên Êzidiyan bi Kurdî û Erebî me li Êraqê hene, her wesa çendîn Malperên Taybet bi Êzidiyên Êraqê jî hene û çendîn girûpên Mûzîk û Govendê jî hene.

Êzidî û Kar û sermayedarî

Êzidî pitir bi karê çandinê ve mijûl dibin, lê niha ji der karmendîya dewletê gelek kargehên biçûk û navincî ên xwarinê li başîk hene, û pir otêl û rîstûrant li Bexda û Hewlêr û Silêmanî bajêrên din hene. Jimareka mezin ji karkeran jî li hemû bajêrên Kurdistanê kar diken li pir biwaran da.

Êzidî û Xizmetên giştî

Behra pitir gundên Êzidiyan heta ên Herêma Kurdistanê jî destê avakirinê ji aliyê Hukûmeta Herêmê negehiştiyê û li gor zanîna me çi rêkxistineka Mirovayetî yan Dewletî jî pişkdarî li avakirina van gundan da nekiriye, lê xizmet pir kêm û lawaz in bi taybet li Şingalê ku pitir ji 12 Komgehan tê da hene, zêdebarî çendîn gunda ku li demê rijîmê berî pûte pê nedihatkirin û rîjîmê gef lê dikirin, her wesa astî xizmeta saxlemî û xwendin û kehreb û rê û bana gelek nizm e, bo nimûne Komelgehekê ku nizîkî 20 Hizar kes tê da dijîn, Yek binkê saxlemiyê tê da ye, û pêdiviyên dixtoriyê pir kêm in tê da, û li deverê hemûyê yek xestexana zarokbûnê nîne, her çend gelek jin dimirin ji ber dûriya xestexana her wesa ji ber tîrorê ku li hawîrdorê Şîngalê heye, lewa bi tinê xizmet belku behra wan ya xwarinê jî nagehit bi Mehan, û bêkarî jî li deverê heye, yek kargeha çîmentoyê heye, lê %10 kêmtir xelkê Şîngalê tê da kar diken, lewma xelkê Şîngalê diçine deverên din, ji bo karî û rewşa wan ya abûrî nebaş e, belku li hindek deveran heta ava paqij bo vexwarinê dikirin.

2181.jpg


Êzidî û Tîror

Herçend Êzidiyatî ji xelkên din hez dike, lê Êzidî bûn armanc ji pir kiryarên tîrorê re, li ser piyasê bi dehan ji wan hatin kuştin, demê ji xwendingehê yan bazarê dihatin, lewra jimara qurbaniyên Tîrorê zêdetir ji 200 kesî bûn, li heyama du Salan da, bi Yekcarê 24 karkerên karxana ristin û çinînê li Musl dema vedigeriyan malên xwe, ji aliyê Tîrorîstan ve hatin kuştin, paşî karker û mamosta û xwendekar û karmend û malbatên Êzidiyan ji Musl hatin derkirin, lê malwêraniya mezin li her teqînên “Gir\'izêr û Sîba Şêxdirê” li Şîngalê li roja 2007/8/14 ku qurbaniyên wê pitir ji 350 Şehîd û Nêzîkî 550 kes birîndar bûn, û pitir ji 300 mal bi temamî, kavil û wêran bûn zêdebarî vê behra pitir malên her du Komelgehan ziyan pê keftin, û nîv herifîn, û pitir ji 50 zarok bê dayîk û bav man, û pitir ji 250 zarok yan bê bav, yan bê dayîk man, gelek zarok birîndar bûn, bi rastî xelk û Hukûmet li Herêmê û Bexda bi hawara wan de hatin, bi taybet xelkê Amêdiyê ku pir xwîn ji birîndaran re pêşkêş kirin, û gelek harîkarî ji hukûmet û rêkxistina hatin pêşkêşkirin, û jimareka mezin ji xaniyên wêrankirî hatin avakirin, 400 xanî û nêzîk 350 zarok harîkariya heyvane bo wan tê xerckirin ji aliyê hukûmeta herêmê ve.

Xwekuştin

Mixabin diyarda xokuştinê roj bi roj li nav Êzidiyan li Êraqê Zêde dibe, û bi taybet li devera Şîngalê û ewên xwe dikujin piranîya wan genc û qîz in, li pê zanînên hindek rêkxistinên sivîl komkirin li Sala 2003 yek yan du kesan xwe kuştibû, lê li Sala 2010 zêdebûn bo 41 kesan, û li Sala 2011 ew hijimar giha 81 kesan, helbet binasên vê diyarda civakî û abûrî û saykulojî ne, çimku gelek ji wan qîz in, û ji deverên belengaz û hejaran û li temenê biçûk in, helbet çendîn rêkxistinên sivîl û mirovdost li ser vê meselê rawestiyane û pêve bûne û ji bo şiyarkirina xelkê li vî biwarî da xebitîne û sîmnar li deverên cudacuda rêkxistîne.

Koçberiya Êzidiyan

Koçberiya xelkê Êraqê li salên borî da ji bo derveyî welatî diyar û aşkira ye û koçberî ji Herêma kurdistanê berî deverên din dest pê kiriye, li nav wan koçberiya Êzidiyan piştî nemana rijîmê Îraqê a berê, zêdetir bûye, nemaze li nav wan gencan de, li pê bawera me ev pêla tîrorê ya kêmayetiyên Olî û bi taybetî Êzidî kirîn armanc bi nasekî serekî bu bo zêdekirina koçberiyê çunku diyare piraniya Êzidiyên Êraqê li Paêzgeha Muslin, welê eve çendîn Sale Êzidî nikarin biçin li wî bajêrî kar bikin yan bijîn, ji aliyekî dî ve kêm bûn û xirabiya xizmetên giştî li deverên wan û nebûna nûnerên Êzidiyan li desthelata cêbecêkirinê da bi taybet li Hukûmeta Bexda ya Fediral da li pileyên bilind û girîng weku wezîr, cêgirwezîr, rêveberên giştî, bi tinê Dû – Sê kes li serokatî ya Êraqê da hene.