Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fayineşnal Taymiz: Çîn bi dizîve petrola Îranê vediguhaze

12:53 - 6 Tebax 2019

Kurdistanmedia: bi sedema baykotên Amerîka yên li dijî Îranê, firotina nefta Îranê bi awayekî hatiye xwarê, û ji aliyek din ve, çîn bi bin pê kirina baykotan hawara Tehranê ve diçe.

li gorî zaniyariyên ku girûpa Şopandina Barê Petrolê ya navê “Tenkêr Terkêr” ku radestê rojnameya “Fayineşnal Taymiz” kiriye, Banka “Kon Lon” ku beşek ji kompanya Petrola Nîştimanî a Çînê ye, di mehên derbasbûyî de hin gemiyên barkirina petrolê ji bo henardekirina petrola Îranê bi kar anîne.

Li gor wêneyên mahwareyî, aliyê kêm sê gemiyên petrolkêş ên “Kon Lon”, li meha Gulan a sala derbasbûyî, di dema wergirtina petrol li demezrînerên petroliyên Îranê hatine dîtin.

Zaniyariyên pêwendîdar bi hatûçûya avê ya “Marîn Tirafîk” jî, ew mijare piştrast kiribû.

“Semîr Medenî” li “Tenkêr Terkêr” gotiye ku, zaniyarî û wêne eşkire dikin ku, ew gemiyên petrolkêş ê banka “Kon Lon” bûne û bo veguhastina nefta Îranê rol hebûne, û ew gemiyên petrolkêşê wekî pirekî di navbera Îran û Çînê de bûne.