Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Femînîzm di navbera du desthilatdariyên Îranê de (Ferşîd Neqşefken)

19:03 - 21 Çirriya paşîn 2013

Ferşîd Neqşefken

Femînîzm tê wateya bawerî bi hiqûqên jinan û wekheviya jin û mêran li warên siyasî, civakî û aborî di civak û malbatê de. Femînîzm rêbazek civakî ye ku ji tevger, nerîn û felsefeyên cor bi cor pêk tê ku armanca hemûyan jî rakirin û tunekirina ferq û cudahiyên zayendî (cinsî) ye û ji yeksaniya mafên jinan ligel mêran berevaniyê dikin û xebata wan bo pirs û hiqûqên binpêkirî yên jinan in. Lê divê em balê bidin xalekê, ew jî ev e ku femînîzm tê wateya wekheviya `hiqûqên` jin û mêran, ne wekheviya jin û mêr. Ji ber ku pirr ferqek mezin di navbera wan du têgihan de heye.

Di 150 salên borî de, tevgera ber bi vegeşîna jinan, armanca xwe kiriye guherandina pêkhateya aborî, civakî û siyasî ya pergalan ku têde ferqên zayendî li dijî jinan dimeşînin. Mijarên ku herî zêde bala femînîstan dikşîne ev in : Cudakarî, ferqdanîn, bêdadî û ne wekhevî, mêrserdestî û babserdestî.
Di pratîkî de, femînîzmê bandor kiriye ser pirr guhertinên mîna mafê dengdan û xweberbijarkirin û beşdariya jinan di hilbijartinan de, damezrandina berfireh a jinan di kar û dezgehên rêveberiyê û meaş û mehaneya mîna mêran, mafê berdan û veqetiyanê, mafê dabînkirina alevên berlêgirtin ji ducanîbûn û ji nav birina zarokên nexwestî bi rêyek tendurist û qanûnî û mafê xwendin di zanîngehan û … . Lê ev hiqûqên jinan niha di welatên mîna Îranê de bi awayekî qanûnî û fermî tên binpêkirin.

Mafên jinan li Îrana bin desthilatdariya Şahenşahî û rejîma faşîst a Komara Îslamî

76 salan berê û di roja 17ê Berfanbarê, Rizaxan 15 sal piştî derbeya leşkerî ku bi alîkariya dewleta Birîtanya serket û karî bingehên rejîma Pehlewî ya Kiralî li Îranê ava û xurt bike û çar sal piştre û di sala 1310`ê de qanûna `alîgirên merema hevbeş` ku bi zorî jin neçar dikirin ku xawik û destmalan li xwe nekin û nabe cilên girtî wergirin. Bi zora çek û gefên rojane jin neçar bi vî karî dikirin û di cihên giştî de tu jinekê nedikarî bi cilên girtî û lixwekirinek Îslamî derkeve. Wî destpêkê ji malbata xwe destpê kir. Loma ji wê rojê şûnde, malbat û desthilatdariya Pehlewî 17`ê Berfanbarê weke Roja Jinan an Azadiya Jinan binav kirin û pîroz dikirin û şahî lidar dixistin.

Rizaxan ev pêngav di bin bandora siyasetên Ataturk li Tirkiyê de avêtin ku bi wê behaneyê li dijî paşverûtiyê xebatê bike û welat modern bike û nêzîkî welatên Ewropî bike. Lê ew ji pêşdebirina çanda civakî û siyasî û demokrasiyê bêxeder mabû û ji aliyekî din ket pîlanên asîmîlasyon û bişaftina kêmaniyên olî û neteweyî wek kurd, ermenî û wd li Îranê.

Di rewşekê de ku sîstemek li ser bingeha demokrasî û azadiyên takekesî û civakî, ji dêlva ku hewl bê dayîn bi rêya rewşengerî û pêşdebirina çanda civakî û rêbazên zanistî û berfirehkirina hevwelatiyan bi rêya xwendinê ve guhertinan pêk bîne, dest da hinek gavên rûyekî ku to sûda wan nebû bo civakê. Desthilat ji erkê xwe yê rasteqîne dûr ket û tenê teqlîda hinek welatên din kir, di rewşekê de ku ne xwendewarî li Îranê bêdad dikir, bi taybet di nav jinan de.

Piştî ku gelên Îranê ji siyaset û desthilatdariya rejîma Kiralî ya pehlewî bê hêvî man û çendîn salan serhildan û xwepêşandan kirin û di encam de di sala 1357`ê, ew rejîma hilweşandin, Komara Îslamî li Îranê hat ser desthilatê ku di cih de biryara keşfa hicabê rakir û berevajî berê hemû jin û keç hatin neçarkirin ku cilên Îslamî wergirin û li cihên giştî diviya bi xemla Îslamî û girtî derkevin ku hetanî niha her wisan e. Di rewşekê de ku ev biryarekî şexsî û azadiyek takekesî ye, lê şêwe karê her du sîsteman li Îranê bandorek nebaş kir. Komara Îslamî jî roja dayîkbûna Fatime keça Mihemed Pêxember wek Roja Jin diyarî kir.
Lê alîgirên tevgera wekhevîxwaziya jinan di her du rejîmên berê û ya niha, dijberê her core ferzkirin û sepandina biryar û qanûnekê bûne ku jin bên neçarkirin ku xemlek girtî yan vekirî li xwe bikin û şekl û modela cil û bergên wan bê diyarkirin. Li hemberî wan her du rêbaz û desthilatan, Femînîst roja 8ê Adarê mîna Roja Jinan a Navneteweyî qebûl û pîroz dikin. Femînîst dijî şert û mercên wiha bûn bo jinan û niha jî di vê çarçoveyê de dixebitin. Ji ber ku ev biryarek taybetî ye ku divê her jinek bi xwe û çawa dixwaze tevbigere. Modernîzm bi lixwekirin an lixwenekirina cil û bergan ve çênabe.
Lidarxistina şahiyên girseyî di salên destpêka şoreşa Îranê û bi taybet meşa dîrokî ya Reşemeya 1357`ê li Tehran û bajarên din û herwiha çalakî û hewldanên nû yên van salên dawî yên ku xebatkarên mafê jinan li Îranê di Roja 8`ê Adarê de meşandine, nîşan didin ku jinên xebatkar û wekhevxwaz ên Îranê wan du rojên diyarkirî naxwazin, belkî ew hevdem û hevaheng ligel hemû jinên cîhanê vî rojê pîroz dikin. Dûrî îdeolojî û berjewendiyên desthilatek taybet.

Mafê dengdanî bo jinan li Îranê

Mafê dengdanê ku tê wateya mafê beşdariya jinan di hilbijartinan de, yek ji pirs û lêgerên herî giring ên tevgerên jinan bû ku berevanî ji mafê jinê dikin. Alîgirên mafê dengdana jinan ku bi Safrocet dihat naskirin, dayina mafê dengdanê bi jinan, destpêka beşdariya siyasî ya jinan dihesibandin.
Piştî ku Şoreşa Meşrûte li Îranê di sala 1906`an de serket, Meclisa nûnerên xelkê li Tehranê hat vekirin û bo cara yekemîn xelkê Îranê bi hemû pêkhateyan nûnerên hilbijartî yên xwe şandin meclîsa qanûndanînê daku di kar û barên siyasî de beşdar bibin. Di yekemîn biryarnameyên wê meclisê de, jin ji mafê berendambûn ligel hilbijartinê bêpar bûn û jin di rêza rûniştevanên biyanî, diz, kujer, suçbarên cûr bi cûr, kesên ji ola Îslamê derketî û kesên jêr 20 saliyê bê mafê dengdanê hatin naskirin. Dewleta Musediq û wî bi xwe jî rê nedidan jin di proseya siyasî de beşdar bin. Wî hevdem ligel kesayetiyên olî yên xurt wekî Kaşanî û Muderis digotin Îslamê maf tenê dayiye mêran û cihê jinan narmale û erkên sereke yên wan, zarok xwedîkirin û rêvebirina malê ye. Ev yek ligel nerazîbûna berfireh rûbirû bû.

Lê di sala 1962`ê de, biryara Encumenên Eyaletî û Welayetî di Îranê de hat pejirandin. Li gor vê qanûna nû. bo yekemîn car li Îranê jinan karî îzna beşdarî li hilbijartinan û berendambûnê bidest bînin. Wê demê Xumeynî nameyek ji bo Mihemedriza Şah şand û ji dayîna mafê dengdanê bi jinan nerazîbûna xwe nîşan dabû.

Herçiqas ev destkevtek mezin û dîrokî bû ji bo jinan li seranserî Îranê, lê hetanî niha ne di dema desthilatdariya Pehlewî û ne jî ya Komara Îslamî, femînîstan xwe di çarçoveya qanûn û rêbazên wan du desthilatan de nedîtine û xwe cudayî rêbazên wan dîtine.


Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine