Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek da raya giştî

15:03 - 24 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Derbarê şer û pevçûnên şeva 3’ê Pûşpera 1397’an (24’ê Hezîrana 2018’an) Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir û got ku di encama wan pevçûnan de çend kes ji hêzên dijî gel yên rejîmê hatin kuştin û mixabin pêşmergeyekî Kurdistanê jî hate şehîdkirin.

Daxuyanî wiha ye:

Daxuyaniya Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê

Em ji bo raya giştî didin xuyakirin ku di berdewamiya kar û xebat û bicîkirina erkên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê de li navçeya Pîranşarê, şeva 3’ê Pûşpera 1397’an (24’ê Hezîrana 2018’an) hejmarek ji pêşmergeyên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di dema birêvebirina erkên xwe de li çiyayên derdora Zêwe û Konelacanê rastî êrîşa hêzên dijî gel yên rejîmê û teqeya wan hatin û piştî pevçûnên dijwar û agirê topxaneyên rejîmê, gelek kuştî û birîndarên rejîmê hebûn û ew hêz hatin têkbirin. Di vê mijarê de rejîmê kuştiyekî xwe bi navê sutwan du Mihemed Haşimî û birîndarbûna kesekî bi navê Kesra Elîzade ragihandiye. Piştî ku şer qediya, pêşmergeyan çalakiyên xwe berdewam kirin. Di vî şerî de mixabin pêşmergeyekî wêrek bi navê “Saman Hesenpûr” naskirî bi Saman Şêweselî hate şehîdkirin û tevlî karwanê şehîdên Rasanê bû.

Kurteyek ji jiyan û serpêhatiya şehîd Saman Şêweselî;

Hevrê Saman Hesenpûr kurê Mihemed sala 1367’an a rojî (1988’an a zayînî) di malbateke kurdperwer de li bajarê Serdeştê ji dayîk bû. Di temenê 7 saliya xwe de çû xwendingehê û heya sala 1388’an (2009’an) karîbû bawernameya kardaniyê bistîne. Ew di temenê nûgîhatiyê de evîndarê kurdînî û niştîman bû û di sala 1385’an de (2007’an) dema ku şûtika rengîn bi ala Kurdistanê bikar anîbû, ji aliyê Îtilaata Serdeştê ve hate girtin û bi 7 mehan girtîgehê hate cezakirin. Sala 1395’an (2016’an) tevlî refên Pêşmergeyên Kurdistanê dibe. Hevrê Saman bi jêhatîbûna xwe karîbû pleyên berpirsyaretiya serbazî derbas bike û di rêkxistina nû de weke fermandarê yek ji likên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hate erkdarkirin.

Em silavan didin canê pak yê şehîdê xwe yê nû Saman Hesenpûr û sersaxiyê didin malbat û kesûkarên wî yên hêja.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê

Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê

3’ê Pûşpera 1397’an

24’ê Hezîrana 2018’an