Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandê Spaha terorîst çewtekariyan dike

12:10 - 16 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Fermandê Spaha (Şuheda) Hebîb Şehsewarî ê terorîst di çewtekariyên xwe de berdewame û dîsan li dijî neteweyên xeyre fars axavtinê vala kir.

Pêka nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, roja Yekşemî 24`ê Xermanan, farmandê Spaha (Şuheda) Hebîb Şehsewarî ê terorîst dabû zanîn ku, qewmîgerayî bo me berpirsên wî parêzgehê hêla sore, tu kes nikare nakokiyan çê bike.

Ev berpirsê terorîst ê rejîmê di halekê de wan axavtina dike ku, du netewe di parêzgeha Urmiyê de akincî ne û ev terorîste wan herdu netewan bi qewim dide naskirin.

Herwisa wî berprsê terorîst ê Spahê gotiye: Ew kesên ku du aliyan di nav qewmên xeyre fars de bike emê bi awayên xirab digel wan reftarê bikin.

Ew berpirsê terorîs, bi bê şerimkirin wan çewtekariyane dike, û eve rejîma Îranê bûye ku her carê neteweyekê han dide li dijî netewa din daku du aliyan di navbera wan netewane de bi afirîne, û ew rejîme di hewlên xwe de serneketiye.