Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermanderê Hêza Deryayî a Spaha Pasdaran a terorîst gefan ji ewlehiya Kendavê dixwe

11:58 - 12 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Fermanderekî Hêza Deryayî a Spaha Pasdaran a terorîst, gefa tevlîhevkirina ewlehiya Kendavê li Amerîka û welatên cîhanê xwar.

Li gor raporên nûçegihaniyên girêdayî rejîma Îslamî a Îranê, fermanderê Hêza Deryayî a Spaha Pasdaran a terorîst, Elîriza Tengisîrî, di gotûbêjekê de ragihandiye ku, hekî em nekarin petrol xwe hinardeyî derve bikin, di rewşeke wiha de jî, em nikarin ewlehiya Geviya Hormozê barimte bikin, ev axavtinên wî fermaderê Hêza Deryayî yê Spaha Pasdaran a terorîst, bi wê wateyêne ku ev wê wekî berê êrîşî li ser gemiyên neftê bikin û bi bi her awayî ku bo wan hilbikeve wê zirarê bighînin gemiyan.

Her di vê pêwendiyê de, Hêza Deryayî a Spaha Pasdarana terrorist a rejîma Îslamî a Îranê, di mehên derbazbûyî de, bi beredayîkirina mînan li beravên “El- Fecîre” a welatê Îmaratê, ku bû sebeba zirar berketina 4 gemiyên petrol, yên welatên biyanî di wir de, û her ev yek jî bû sedem ku welatên cîhanê bo ewlehî û pêşîgirtin li kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê, hevalbendiyeke leşkerî, pêk bînin.

Welatên wekî Amerîka, Birîtaniya û Îsra`îlê, bo berevanîkirin ji gemiyên xwe li hemberî êrîşên terorîstî ên Hêza Dervayî a Spaha Pasdaran a terorîst, li Kendavê, hevalbendiyeke leşkerî pêk anîne û her ev hevalbendî tirs û xofa rejîma Îranê lê ketiye.