Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî pile bilind ê Hizbulaha Lubnanê hate kuştin

12:34 - 9 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Fermandeyekî pile bilind ê Hizbulaha Lubnanê bi avayeke cihê gumanê di mala xwe de hate kuştin.

Elî Hatum yek ji kesên xwedî bandor ê di nava Hizbulahê de û keseke gele nêzîkî Qasim Silêmanî yê terorîst roja yekşemî 17`ê Xermanan, bi awayekî cihê gumanê di mala xwe de hatiye kuştin.

Hatum di mala xwe de bi derba gulan hatiye kuştin.

Ew yek ji wan kesan bû ku alîkarî û perê next ji Îranê ve diveguhast bo Lubnanê.

Dest bi cî rejîma Îslamî ya Îranê, daxwaza zaniyariyan li derheq çawaniya kuştina Elî Hatum ji deshilatdarê Lubnanê kirine.

Parek ji rayedar û karnasên Lubnanî jî, li ser vê bawerê ne ku Elî Hatum gelek zaniyarî li ser çawaniya alîkariya rejîma Îranê bi girûpên Hemas û Hizbulahê hebûne, lewma bi mebesta eşkere nebûna wan zaniyariyan, rengê hindê dide ku rejîma Îranê ew teror kiribe da ku wan zaniyariyan gel cenazê Elî biin ax bikin.