Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma “111 keç” li Japonê tê nîşandan

22:24 - 5 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Fîlma “111 keç” ji derhêneriya sînemakarên kurd Nahîd Qûbadî û Bîjen Zemanpîra, li 18’emîn festîvala navdewletiya fîlma jinên “Ayîçî” li welatê Japonê tê pêşandan.


Malpera PNA bilav kir, fîlma sînemayî ya “111 keç”, ew fîlme li nutirîn beşdariya navdewletiya xwe de bi nûneratiya Herêma Kurdisntanê, roja şemî berwara 7’ê Îlona 2013’an, li beşa fîlmên diramayên 18’emîn gera festîvala navdewletî fîlma jinên “Ayîçî” li nawenda Ayîçî li welatê Japonê bê nîşandan.
Festîvala han sala 1996 bi hinceta piştîwanî kirin li fîlmsazên jin û guherînên bîrên navdewletî di navbera sînemakaran de birêve diçe.
Fîlma sînemayî ya “111 keç”, ew fîlme li nutirîn beşdariya navdewletiya xwe de bi nûneratiya Herêma Kurdisntanê tevî 9 fîlmên sînemayên biyanî û 5 fîlmên din ji welatên cur bi cur, di Mozexaneya Hunerên Palim Sprîng di Wîlayeta Kalîforniya ji welatê Amerîka, hat nişandan.