Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma derhênerekî Kurd li zanîngeha Bêrkil ya Amrîkayê tê nîşandan

22:04 - 18 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Fîlma sînemayî ya “Bêdeng, keçê naqêjînin” bi derhênana sînemakara Kurd “Pûran Direxşende” di zanîngeha Bêrkil a Amrîkayê hat nîşan dan.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Fîlma sînemayî ya “Bêdeng, keçê naqêjînin” bi derhênana sînemakara Kurd “Pûran Direxşende” roja Pêncşemî 18’ê Îlona 2014’an,di pişka jin di Rojhelata Naverast de,di hola Sitêvan a dêpartimana xwendekarên jin di zanîngeha Bêrklî a Kalîforniya di Welayetên yekbûyî yên Amrîkayê de, çû ser perda sînema yê.
9420.jpg
Sînemakara Kurd “Pûran direxşende”


Piştre kora gazinc û helsengandina vê fîlmê, bi amadekirina xanima Pûran Direxşende, di hola konferansa Sultan, di navenda Rojhelatnasiya wê zanîngehê de, tê li darxistin.
Bêdeng keçê naqêjînin, di davîn pişkkdariya navneteveyî a xwe de di navbera 17 e xûlên festîvala navneteveyî ya fîlma Îlham ku ji 3’ê heya 13’ê Tîrmeha 2014’an, di bajarê Pêrt ,navenda welayeta rojavaya Ustiraliyayê di hatibû birêxistin, hatibû nîşan dan.

Pûran Direxşende, xanima sînemakara Kurd di sala 1951’an di bajarê Kirmanşanê de hatiye dinê û ji sala 1985’an ve, bi fermî di telefezyona Kirmanşanê di mijûlî kar û xebatê ye.
Ev sînemakar a kurd, di heyamê temenê huneriya xwe de, komek fîlmên sînemayî yên dirêj û fîlmên dêkomênt çê kiriye, herwisa wek ekter û nivîskar jî, di karên hunerî de pişikdarî kiriye.