Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firansayê li dijî Îranê helwesteke tund girt

11:57 - 12 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Firansayê li dijî ceribandina mûşekên balistîk ji aliyê rejîma Îranê ve helwesteke tund girt.

Wezareta Karê Derve ya Firansayê roja Înê ji rejîma Îranê daxwaz kir da ku çalakiya mûşekî ên balistîk ku şiyana hilgirtina kumikên navikî hene bilez ragire, û Tehranê jî di hember de helwesta Parîsê neberpirsane da zanîn.

“Dîr mol” berdevka Wezareta Karê Derve ya Firansayê di civîna xwe ya çapemeniyê de got ku Firansa pirograma mûşekî ya Îranê wekî binpêkirina eşkere ya biryarnameya hejmar 2231 ya Konseya Ewlekariyê dizane.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê li dijkiryara bi axavtinên “Dîr mol” ragehand: Em çaverê dikin ku Firanse desta bikêşe ji dubarekirina îdiayên nedirust ên dijberên “Bercamê”.  

Qasimî di doma axavtina xwe de ragehand ku di tu beşeke biryarnameya 2231 de, Îran derheq pirograma mûşekî nehatiye astengkirin.

Navbirî di demekê de vê îdiayê dike ku li gora biryarnameya 2231 ya Konseya Ewlekariyê ya NY rejîma Îranê nabe berdewam be li ser vegeşandina mûşekên xwe ên ku kumikê navikî hildigre.

Ew helwesta Wezareta Karê Derve ya Firansayê li hemberî axavtinên serkomarê Îranê de bû. Hesen Rûhanî ragehandiye ku rejîma wan yê di demeke zû de wê du mûşekên berhemên navxweyî biceribîne.