Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firansê bi avayê fermî piştgîriya xwe ji Kurdan ragihand

12:06 - 9 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Piştî vekişyana hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê, Firansê dijkiryar da xûyakirin û ragihand ku Kurdan bi serê xwe tenê nahêle.

Serokwezîrê Welatê Firansayê li derheq vekişyana Amerîka li Rojhilatê Çemê Firatê, got: Amerîka soza xwe nebire ser û Kurd tenê hiştin.

Edward Fylype Serokwezîrê Firanayê ragihand, bi berwajiyê Amerîka, emê pişta Kurdan bigrin û em nahêlin Tirkiye êrişî ser wan bike.

Navbirî herwisa ragihand ku şerê bi dijî terorê hela dawî pê nehatiye û emê mil bi milê Kurdan wî şerî bikin.

Li vê aloziyê de rejîma Îranê jî bi derfet dizane hindî zû xwe bigehîne Suriyê û bi meqseda çêkirina aloziyên zêdetir agirê şer ji xwe dûr bike û hekî Xamineyî gotî şerê xwe bibne nava axa xelkê de.

Bi vê siyaseta Amerîka û çêkirina valatiya li deverê de, rejîma Îranê derfet dizane bo destêwerdana zêdetir, herwekî şandina hezaran pastarî bo tepeserîya xwenîşanderên Îraqê, basê hindê heye ku hêza terorîstiye xwe bişîne Suriyê jî.