Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firanse nîgeranê caraeke din serî hildana Da`eş ê ye

12:55 - 18 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: “ Jan Îv Lodriyan” , wezîrê derewe ê welatê Firansê, roja Pêncşemî, 25`ê Rezberê, bona bas ji destdirêjiya Tirkiyê bo ser Kurdistana Rojava, digel “ Mihemed Elî Elhekîm”, wezîrê derewe ê Îraqê, serdana Îraqê kir.

“ Lodriyan” di vê cîvîna hevpar digel wezîrê derewe ê Îraqê de, ser êrişa leşkeriya Tirkiyê bo ser Kurdistana Rojava, hişdariya wegeriyana Da`eşê bi welatên Sûriyê û îraqê da.

“ Mihemed Elî Elhekîm” ragihand: em bi tenê wan Da`eşiyên ku hatine desteserkirinê û malbatên wan werdigirin ku, nasnama Îraqî hene.

Bi gotina “ Elhekîm”: welatên din dibe karên hewce bo wergirtina girtiyên dinê ên Da`eşî, li gorî welatên wan bixwe bikin.

“ Mezlûm Kobanî”, fermandeyê hêzên” HSD”ê, roja Çarşemiyê, 24`ê Rezberê, di Ronahî TV de, ragihandiye ku 10-12 Hezar girtiyên Da`eşê di girtîgehên Rojava dene ku ji wan girtiyan, 2 hezar kes ên welatên Ewrûpayê mîna welatê Firansê, têde hene.