Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fistîvala “Hevdîtina Hêmin bo Wêjeya Rojhelat” dest pêkir

22:27 - 9 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Fistîvala “Hevdîtina Hêmin bo Wêjeya Rojhelat” bi beşdariya heyetekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar Hesen Şerefî cêgirê sekerterê giştî yê PDK Îranê û hejmarek nivîskar û helbestvan ên çar parçên Kurdistanê dest pêkir.

Li gor rapora peyamnêrê malpera Kurdistanmedia, sibêdeya roja pêçşemî 9’ê Gulan a 2013’an, Fistîvala “Hevdîtina Hêmin bo Wêjeya Rojhelat” ku ji aliyê Yeketiya Nivîskarên Kurd, melbenda giştî û bi alîkariya lêjneya nivîskarên Rojhelatê û herweha çavdêriya serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadekarî bo hatibû kirin, dest bi karê xwe kir.

Ew festîvale di destpêkê de bi ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên ehlê pênûs û kultura kurdî dest pêkir û paşan çendîn peyam di vê pêywendiyê de hatin pêşkeş kir:

- Peyama serokê nivîskarên kurd ji aliyê “Kake mem Botanî” hat xwendin.

- Peyama serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ji aliyê “Zîrek Kemal”ve hat pêşkeş kirin.

Her di vê pêywendiyê de parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî axaftinek pêşkêş kir û diyar kir ku nasnameya kurdî ya niha heye deyindarê rewşenbîr û nivîskarên kurd e ku di mercên zehmet de dest ji karên xwe yên wêjeyî bernedan û heta niha jî didomînin.

Di beşa din a festîvalê çar nivîskar û lêkoler gotina xwe pêywendî bi rewşa helbest û wêjeya Kurdî pêşkeş bi beşdarbûyan kir ku weha got:

- Sebîhe Fetahî, basek li ser şêvaza helbestan li Kurdistana Rojhelatê bi taybet Kirmanşan û Îlam pêşkeş kir.

- Yusif Şuca’î, “avirek li ser çand û wêjeya Kurdî li qada gorîna dîroka Civak” basek kir.

- şehram Mîrzayî pêywendî li “ Wêjeya nû a Kurdê Başûra Kirmanşan”ê bo beşdarbûyan anî ziman.

Kejal Fedakar sibaret bi wêne helbestên dîwanî Wirya Mezher lêkkdanek encam dabûn û di vê festîvalê de pêşkeşî beşdarbûyan kir.

Pişka yekem a fistîvalê demijmêr 12:30 bi tîbîniyên beşdarbûyan dawî pêhat.

Fislîvala “Hevdîtina Hêmin bo Wêjeya Rojhelat” heyamê 3 rojan dom dike.