Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gazîkirina du hevwelatiyên kurd ji aliyê nawendên ewlehî û qezayî ên rejîmê ve

14:51 - 17 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Li doma pêvajoya gazîkirina çalakên siyasî ên kurd û olî ên sune meseb, hevwelatiyekî kurd ê xelkê Sine bo îdareya Îtilaatê hate gazîkirin.

Gorî zaniyariyên ku gihane dest Kurdistan Media’yê, roja yekşemî 14’ê Hezîrana 2015’an, Muslîm Îbrahîmî, çalakvanê ayînî ê kurd û xelkê Sine jib o îdareya Îtilaata wî bajarî hate gazîkirin û lêpirsîn jê hat kirin.

Ew çalakvanê mesebî, lid or çalakî û endametiya li Mekteb Quranê de, ji aliyê îdareya Îtilaatê ve lêkolîn jê hatiye kirin.

Ji aliyekî din ve, Muxtar Zariî çalakê siyasî ê kurd jî cara çendemîn e ku ji aliyê dadgeha Şoreş a Sine ve bi armanca dadgehîkirinê, hatiye vexwastin.

Dadgehiya Muxtar Zariî, çalakê siyasî ê kurd û xelkê Sine, roja çarşemî 17’ê Hezîrana 2015’an, dê li çiqa yekem a dadgeha Şoreş a Sine de birêve biçe.

Muxtar Zariî li meha Adar a borî de li ser biryara dozger li mala xwe de hate destbiser kirin.

Tometa wî hevwelatiyê kurd “belavkirina nivîsan li ser rûpela facebooka şexsî ya xwe” de hatiye ragihandin.
Muxtar Zariî bi tometa “hewildan li dijî tenahiya neteweyî bi awayekî fermî û bi nivîskî jib o çiqa yekem ya dadgeha Şoreş a rejîmê li Sine de hatibû vexwastin.

Ew hevwelatiyê kurd, berê jî bi tometa “piropaganda li dijî rejîmê” ji aliyê dadgeha Şoreş ya Sine ve, hukmê salek zîndana “teizîrî”ya hilawîstî bo midehê 5 salan li ser de hat sepandin.

Muxtar Zariî, çalakê siyasî ê kurd ku xelkê bajarê Sine ye, yek ji endamên Yekîtiya Demokratîk a Xwendekarên Kurd bû û li zistana sala 2009’an, li dema birêvebirina merasîma duyemîn salvegera kuştina Îbrahîm Lutfulahî de, destbiser û piştî 80 roj hepskirinê, bi danîna barimetaya 100 milyon tûmenî, hate serbest berdan.