Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gazîkirina mamosta û çalakvanên Kurd berdewam dike

18:04 - 20 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Du mamostayên Kurd yên xelkên bajarê Seqiz û çalakvaneke kedkariyê, di heyama hefteya borî de, bo navendên îtila`ata komara Îslamî ya Îranê hatine gazîkirin.

Li gorî raportên Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, du mamostayên paşnavnedî yên xwendingehên bajarê Seqizê, yên bi navên, “Seiyîd Elî Husêynî û Silêman Ebdî” bo îdareya îtila`ata wî bajarî hatine gazîkirin û lêkolîn derheq wan de hatine encam dan.

Li gorî raportên belavbûyî, ev du mamostayên Kurd bi sebeba beşdarîkirina  di civînên nerazîbûnê yên serkevitî yên mamostayan yên di roja 23`ê Rezberê de, bo îdareya îtila`atê hatine gazîkirin.

Hêjayê basê ye ku, Husêynî û Ebdî, li 28`ê Golana îsal jî, bo dadgeha Şoreş ya bajarê Seqizê hatibûne gazîkirin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, derheq derbaziya wan du mamostayan de daye xuyakirin ku, ew du welatiyên Kurd, bi sebeba beşdarîkirina di rêûresma Newroza sala 1396`an ya li gundê “Îyçî” a girêdayî bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îtila`atê hatibûne destibiserikirin û piştî derbazbûna çend rojan bi ser destibiserkirina wan de, hatibûne azad kirin.

Herwisa Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di raportekê de ragehandiye ku, roja Çarşemî 25`ê Reziberê, Meryem Sadiqî, endama komîteya Hevahengîkirin bo alîkarîkirin digel saziyên kedkariyê bo Dadweriya Giştî û Şoreşê ya bajarê Sine hatibû gazî kirin.