Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefa êrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê

12:21 - 8 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia:  Piştî vekişyana Hêzên Amerîka li dewerên Kurdî li Sûriyê, Tirkiye gefa çuna nava axa Rojava dike.

Donald Tiramp serkomarê Amerîka ragihand ku êdî çiyê din Serbazên Amerîka li dewerêde namînin, û piştî derkevtina hêzên Amerîka li Rojhilatê Çemê Firatê, hêzên artêşa Tirkiyê dê live cih bigirin.

Receb Teyîb erdoxan serkomarê Tirkiyê jî ragihand ku destbicî dê bikevne nava wan deweran ku niha li dest hêzên Sûriya demokratîk dene ku parek ji wan hêzên ‘PYD’êne.

Hêzên Kurd ên wan deweran jî ragihandine ku dê bi hemi hêza xwe we, berengarî artêşa Tirk bin.

Pêka nûçeyên herî dawî Tirkiyê dehan hezar Serbaz bi çekên giran kêşaye ser Sinûrê Sûriyê, û hinek jêderên Nûşeyan jî ragihandin ku Şeva derbas bûyî, firokên Tirkiyê çend binkên ser Sinûre hêzên Kurd kirine emanca xwe û çend kes hatine kuştin û birîndar kirin.

Li dijkiryarên li henber êrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê, Saziya Netewên êkbûyî nîgeraniya xwe da xûyakirin û daxwaz ji Tirkiyê kir ku wê êrişê neket.

Êketiya Ewrûpa ragihand ku hekî Tirkiye êrişa ser Kurdan bike, ev êketiya dê bo heta hetayî dê daxwaza Tirkiyê bo endametiya wê êketiyê hilweşîne.

Firansê li dijkiryarekê de daxwaza çêbûna hewalbendiyekê ji civatgeha Nawnetewî kir bona parastina Kurdan li henber êrişa Tirkiyê de û ragihand ku dê Serbazên xwe bişîne pêşya artêşa Tirk.

Li şeva derbas bûyî ve, Tirkiyê dest kiriye bi kêşana hêza leşkerî û berdewam Firokên şerker li Esmanê Rojava geriyane.