Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefa kuştinê li ajotvanên kamiyonên barhilgir tê kirin

17:41 - 10 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Di 17.mîn roja mangirtina ajotvanên kamiyonên barhilgir de, rêjîm ji bona tirsandina wan, ta ku gireva xwe bişkênin, gefa sêdaredanê li wan dike.

Di vê derbarê de, bi taybet Îdara Îtila`atê û serdozger vê gefê li ajotvanan dikin. Di van 17 rojên derbasbûyî de, aliyê kêm 270 kes ji ajotvanên kamiyonên barhilgir hatine destbiserkirin.

Di vê derbarê de Muhsin Keremî serdozger li parêzgeha Qezwînê gotiye ku kamiyondar wê bi sûçê “muharib” û şer li dijî Xwedê bêne cezadan û hukmê  sêdaredanê wê bi ser wan de bê sepandin.

Her di vê derheqê de Xulamhusêyn Muhsiniyê Êjêyî berdevkê Dezgeha Dadweriya rêjîmê ragehand: “Ji bona bidavîanîna gireva ajotvanan, eva ku ji destên me bê, emê bikin, û em çavên xwe li hember vî karê wan ku sûçekî giran e, nadanêne ser hev.

Pêdiviyê basê ye ku li 6 mehên derbasbûyî de heta niha, eva 3.mîn car e ku kamiyondarên Îranê bi sedema bilindbûna nirxa hewcehiyên maşînan û kêmiya nirxa kirê, û gendeliya polîsên hatûçonê, girevê digrin, û kar nakin.