Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefên rejîma Îranê bi sedema tirs ji nemana Bercamê ye

18:31 - 7 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Berpirsekî rejîma Îranê bas ji vê dike ku cîhan bila çavnihêrê me nebe ku em pêbendî xalên Bercamê bin.

Riza Necefî nûnerê hertimî ê rejîma Îranê di Ajansa Navneteweyî ya Têhna Navikî de, roja Çarşemiyê ragehand: “Piştî vekişiayna Amerîkayê ji Bercamê, welatên cîhanê bila çavnihêrê me nebin, ku em li gora bendên vê rêkkevtinê tevbigerin”.

Li gora rapora nûçegihaniya Royterzê, Necefî di civîna Şêvra Biryarder a Ajansa Navneteweyî ya Têhna Navikî de bas ji vê kiriye, ku vekişiyana Amerîkayê ji Bercamê neyasayî ye, û binpêkariyeke eşkere ya biryarnameya Konseya Ewlekariya NY ye, û herwisa navbirî ragehandiye: “Rêkkevtinnameya Bercamê li gora hezkirina aliyekî dawî pê nahê, û ew rêkkevtin çend alî ye, û li ser bingeha pêbendbûna aliyê hember hatiye wajokirin”.

Piştî vekişiyana Amerîkayê ji Bercamê berpirsên payebilind yên rejîma Îranê dest kirine bi gefxwarina li Ewropiyan.

Xamineyî rêberê rejîma Îranê roja Duşemiyê di merasima salvegera mirina Xomêynî de, ferman da Rêkxirawa Têhna Navikî ku bilez dest bi mehandina Uraniyomê bikin heya gihîştina bi hezar “SWU”yan.

Hinek ji lêkolerên siyasî li ser vê bawriyê ne, ku ew cure helwestgirtin û fermanên weha ên berpirsên rejîma Tehranê piştî vekişiyana Amerîkayê ji Bercamê, mezinhêzên Ewropayî ji Îranê dûr dike.