Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

(Gelo çima dibe navê “şeqama Simko Şikak” bê guhertin!!??( Daryûş Reşîdî)

12:52 - 20 Çirriya pêşîn 2013

Simko Şikak ku bi babê nasyonalîzma Kurd hatiye nasandin ku 83 sale bi ser şehîdkirina wî derbas bide û roj bi roj di nav aporaya xelkê de hezkirî dibe û dîroka rastîna wî di Cîhanê de tê naskirin.
Simkoyê Şikak sala 1882\'an li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Simko ji malbateke şoreşgir û xwedî bandor bû ku her ji lawitiya xwe ve hest bi bindestiya netewa Kurd kiribû.
Simayîl Axa “Simkoyê Şikak” rêberê netewa Kurd ku di cîhanê de naskiriye û xebatekî ber bilav bo gelê xwe kiriye û bo bi dest anîna maf û azadiya gelê xwe çend salekî dûr û dirêj şoreş kiriye.
Mixabin şeva 21 li ser 22\'ê Hezîrana 1930\'an li bajarê Şinoyê ya Kurdistana Rojhelatê bi fermana şahê Îranê tê şehîdkirin û navê wî hertimî mîna bavê nasyonalîzma Kurdî di dîroka Kurdistanê de hatiye tomarkirin.
Çend saleke şeqamekî bajarê Hewlêrê ku paytextê Herêma Kurdistanê ye bi “Şeqama Simko Şikak” hatiye nasandin weke çendîn şeqam, kolan û rêyan û cihên din ku navê kesyetiyên naskirî ên gelê Kurd danîne ser û an jî wan re peyker hatine çêkirin, lê tenê kolanek ku bi navê “Şeqama Simko Şikak” hatiye nasandin, Aşûriyên Îraqê ku rojnamevan siyasetvanên wan di daxuyaniyekê de daxwaza guherîna navê wê şeqame kirine!
Lê mixabin Çendîn kesayetiyên Aşûrî ku di nav wan de Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê “Jonsin Siyaweş” jî heye, di daxuyaniyekê de daxwaz dikin ku navê rêya Simko Şikak a bajarê Hewlêrê were guhertin.

Guherîna navê şeqamê tû tûştek ji rêberê gelê Kurd û babê nasyolîzma Kurd kêm nake, eva wir de cihê balşikandinê ye çima dibe Aşûrî vê îznê bidin xwe? Belê li Herêma Kurdistanê demokrasî heye û maf û azadiya wan hatiye misogerkirin, dibe rêz ji hemû kes û aliyekê bê girtin, lê nabe tuhîn jî bêkirin, tuhînkirin bi Simko Şikak, tuhîn bi gelê Kurd û nabe tû Kurdek vê meselê piş guhê xwe bihavêje û dibe daxuyaniya ku Aşûriyan di çapemeniyan de bilav kirine, bê şermzarkirin û dibe bihê mehkûmkirin.
Dema ku tu belgeyek li destê wan Aşûriyane de tunebe û bi nivîsîna hindek pirtûkan an dijayetiya ku li gel Simayîl Axa habûne ew bixtane bilav kirine û Aşûrî bi xwe baş dizanin navber Kurd û Aşûriyan de hertim baş bûye û tevî hev bi aştî jiyan kirine, lê neyarên me ew kare kirine û “Mar Şemûn” serkirdê Aşûriyan şehîdkirine û paşan bilavkirine ku Simko Şikak ew serkideye kuştiye.
Di dawiyê de disan daxwaza min ji hemû Kurdperweran û aliyên siyasî û rojnemevana evaye ku di çapemeniyan an di cihên din de narizayetiya xwe rabigihînin û daxuyaniya biryên me yên Aşûrî şermizar bikin.
Aşûrî dibe baş bizanin ku hertim di Kurdistanê de û tevî gelê Kurd hatine parastin û dibin û bila wusa bîr nekin ku axekî ewlehîtir ji axa Kurdistanê û neteweyekî pajijtir ji netewa Kurd peyda dikin.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine