Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

-Gerek terorîstên terora Amedê bêne binçav û cezakirin

20:22 - 30 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Saziya Mafê Mirov a Kurdistanê di daxûyaniyekê de, daxwaza lêkolînek hûr derheq bi terora “Tahir Îlçî” kir.

Ligorî rapora gehiştî destê Kurdistanmedia, rêkxistina navbirî seba terora parêzerê navdarê Kurd Tahir Îlçî daxbarbûna xwe nîşanda û, sersaxiyê dibêje tev xebatkarên rêya aşîtî û xelkê Amed û bi giştî Kurdistana Turkiyê.

Eva jî deqê daxûyaniyê ye:

Tahir Îlçî parêzerê navdarê Kurd li bajarê amedê hate terorkirin. Îiçî serokê nawenda parêzerên dadweriya Amedê ku hevdem yek ji parêzerên aşîtî ya di Turkiyê de bû, roja derbazbûyî û di encama kombûnekê de û, di dema gotar pêşkêşkirinê û, bi nêrîna “Qazîkirina dewleta Turkiyê û partiyên Kurd bo gotubêj û aşîtiyê” bona bidawîhatina tundutûjiyên nava Turkiyê de, bi derba guleyê terorîstan canê xwe jidest da.

Ev parêzerê aşîtîxwaz di wê dawiyê de, di hevpeyvîneke telewizyonî de tekez liser terorîst nebûba “PKK”ê kiribû û herweha, bi sedema rexneya ji tundutûjiyên dewleta “Sultanism”ê, bi tometa piropagendeya ji terorîstan re, heyamekê hate binçavkirin û dozgerê dewletê jî, daxwaza hebsek dirêj mideh bo navbirî kiribû.

Rêkxistina Berevanî ji Mafê Mirov a Kurdistanê, daxbarbûna xwe derheq bi teror a Tahir Îlçî nîşan dide û serbarê neman ev xebatkarê rêya aşîtiyê, sersaxiyê dibêje hemû aşîtîxwaz û xelkê bajarê Amedê û xelkê Kurdistana Turkiyê û, herweha daxwaza lêkolînên hûr derheq bi vê kiryara terorîstî dike û dibêje gerek biryarder û bikerên kiryara terora serokê Nawenda Parêzerên bajarê Amedê bên binçav û, cezakirin.

Rêkxistina Berevanî ji Mafê Mirov a Kurdistanê
Tehran
8’ê Sermawez a sala 1394’an
29’ê Novêmbêr a sala 2015’an