Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Germa sedemeke din ya kêmbûna asta ava Gola Urmiyê ye

19:09 - 12 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Eva bi salan e ku bi sedema guherînên rewşa hewayê, û bilindbûna asta pileya germê di demsala havînê de, asta ava Gola Urmiyê yek metroyê kêm dibe.

Roja Duşemî 11`ê Hezîranê  “Hocet Cebarî” cihgirê teknîkî yê jîngehparêziya bajarê Urmiyê,  di civîneke rojnamevaniyê de derheqê Gola Urmiyê, û rewşa hewayê de got ku:  Di van salên dawiyê de ji ber kêmbûna barîna berf û baranê, bikaranîna çavkaniyên avê yên jêr`erd û herwisa bi sede,a germbûna hewayê, ava Gola Urmiyê  bi qasî 1.3 milyard metra çargoşe kêm kiriye.

“Hocet Cebarî”  di doma axavtinên xwe de gotiye ku: “Di roja derbazbûyî  de bi sedema germbûna hewayê, kêmbûna asta ava Gola Urmiyê dest pê kiriye”.

Gola Urmiyê duyemîn gola ava şor di cîhanê de ye, û şaşitiyên karnasên rejîma Îranê û çêkirina pir û avbendan li ser ava Gola Urmiyê û xemsariya berpirsan bûye sedema nêzîkbûna hêdî-hêdî a jinavçûna Gola Urmiyê.

Gola Urmiyê bûye goriyê siyasetên çewt yên rejîma Îranê, û heyanî niha ji bo vejiyandina vê golê ku dahata sirûştî û samana neteweyî ya Kurdistanê ye tu gaveke pozêtîv jê re negirtine pêş.

Gola Urmiyê  ev nêzîkî 40 salan e ku nîşaneyên nesaxbûna xwe nîşan dide, lê mixabin tu dewletên desthilatdar heyanî niha tu hewlek ji bo çareserkirina vê nesaxiyê peyda nekirine, berevajî, rejîmê bi bê hevahangîkirina zêdetir alîkariya hişkbûn û jinavbirina bilez ya vê golê dane.

 Li gora boçûn û bîrmendên pispor ên erdnigarî û hewanasî, bi kiryara karnansena û biryara hewce ji aliyê hikûmet û xelkê deverê, nêzîkî 40 sal dem hewce ye da ku bilindahiya avê bigîje asta hewce û ev gola jiyana dubare ya xwe dest bixe.

 Mixabin ev hewlên ku heta niha diba derheqê vê piroseyê de encam bidana, bi sedemên ewlehî û nepisporane yên rejîmê û bîr û bûçûnên hişk û hevdem zêderewiya stratîjî ya veşartî ya ewlehî ya karbidestên xwcihî bê encam mane, û rizgarkirina şînîkatiya ava gola Urmiyê ber bi pêşerojeke bê encam ve diçe.