Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

gireva seranserî ya ajotvanên tirombîlên barhilgir berdewam dike

09:22 - 13 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia:Girevgirtina ajotvanên tiromibîlên barhiligir, di gellek bajarên Îranê de berdewam dike.

Li gorî raportên belavbûyî gireva ajotvanên tiromibîlên barhilgir  ev bo heyama 12 rojan e, û bo dewra çarê, di nêzîkî 70 bajarên Îranê de berdewam dike, û her eva jî nîgeraniya berpirsên siyasî û înitzamî yên rejîma Îranê,  li pey xwe aniye, û nediyar e, ka gelo dewlet wê  bikare bersiva daxwaziyên wan bide yan ne.

Her di vê pêwendiyê de jî , piraniya ajotvanên ku di girtîgehan de hepsî ne, heya niha jî bê qerar in,  di heyama sê mehên borî de zêdeyî 250 ajovtanên tiromibîlên barhilgir û hejmarek çalakvanên  medyayî  ku,  nûçe û raportên  derheq girevan, di torên civakî de belavdikirin hatine destibserkirin.

Hêjayê basêye ku, berprisên dadweriyê yên rejîmê bi destibserkirin û dana cazayên giran  û gefxwerinên wekî, dana cezayê darvekirinê bo girevgirtiyan, hewl didin da ku, bi vî rengî  arîşeyên ajotvanan çareser bikin.

 Her di vê pêwendiyê de jî, berpirsekî hêza înitzamî gef li ajotvanên tiromibîlên barhilgir xwariye ku, em wê digel nerazîbûnan û kesên ku ewlehiya civakê aloz dikin, bi awayekî micid digel wan reftarê bikin.

Eva yekem tex û qata civakê nine ku, bi awayê berdewam dest bi girevê dikin, di heyamên berê de jî, kedkarên karxaneya Nêyşiker a Hefttepe, kedkarên karxaneya Pola ya bajarê Ehwazê ku heya niha jî berdewam dike lê, berpirsên rejîmê tu rêçareyek yan pêngavek bo çareserkirina daxwaziyên wan hilnegirtine.