Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girevgirtin û nerazîbûna xwedîtirombêlên barhilgir dom heye

19:06 - 27 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Xwedîtrombêlên barhilgir  yên Îranê ji bo  bidestveanîna mafên xwe girev girtine.

Tevî zêdekirina ji %20 a heqdestê bar ji aliyê dewletê ve, lê xwedîtiromibîlên barhilgir di çendîn bajarên Îranê de girevgirtiyna xwe didomînin.

Li gora wan  wêne û vîdyoyên ku di nûçegihaniyên navxweyî  û torên civakî de belav bûne, şeva Şemî 5`ê Cozerdana 1397`an, şofer û xwedîtirombêlên barhilgir yên çendîn bajarên Kurdistana Rojhilat jî tevlî rêzên girevgirtina xwedîtiromêlên barhilgir bûne.

Li gora wan raporan, ajotvan û xwedîtirombêlên barhilgir yên bajarên weke, “Meşhed”, “Hemedan”, “Seqiz”, “Tebes”, “Esfrayin”, “Takistan”, “Bûşêhr”, “Birûcin”, “Kirmaşan”, “Dîwandere” … û hwd, ev şeş roj in ku li hemberî rejîmê de yekîtî û bihevrebûna xwe digel hemû ajotvan û xwedîtirombêlên barhilgir yên seranserê Îranê nîşan dane.

Xwedîtirombêlên barhilgir, derheqê zêdebûna heqdestê Komîsyona kompaniyayên baran, û herwisa têçû û giranbûna parçên Tirombêlan û komek  din ji kêmasiyên xwe dest bi girevgirtinê kirine, û nerazîbûna xwe anîne ziman.

Herwisa çend kes ji şofêran di pêwendîgirtina digel kanala “Dengê Amerîka”yê re ragehandine ku, hindek kompanî ji sedî 50 a kirêya baran di cihê heqdestê  komîsyonê ji  bo xwe dibin, herwisa ragehandine ku nirxa cûta tekerên tirombêlên barhilgir di Îranê de, gihîştiye 7 milyon Tûmenî.