Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girevgirtina kesên ku perê xwe ji dest dane didome

19:36 - 21 Gulan 2018

 Kurdistanmedia: Hejmarek ji sermayedarên ku perê xwe di Navenda Malî a Kaspiyenê de ji dest dane, di bajarên weke Meşhed û Gurganê de li pêşberî yek ji tayên vê navendê civîn pêk anîne, û nerazîbûna xwe anîna ziman.

Roja Yekşemî 30`ê Banemerê, hejimarek ji wan sermayedanerên ku di “Navenda Malî a Kaspiyenê” de perê wan ji dest çûye, pêşberî yek ji tayên vê navendê yên di bajarên weke Meşhed û Gurganê de civiyabûn.

 Sermayedanerên vê navendê di vê civîna nerazîbûnê de bas ji vê kirine ku, xwediyên vê navendê, piştî derbazbûna salekê ku ji wan re soz dabûn perê wan bidin lê, heyanî niha jî wan ev soz û qewlên xwe neanîne cî.

Di vê civîna nerazîbûnê de, bi qîrikirina silogan û hilgirtina postêran, derheqê bêserşûnbûna perên xwe di vê navendê de, nerazîbûna xwe anîne ziman.

Di heyama mehên derbazbûyî de, berpirsên payebilind yên hikûmetê, meclis û dezgehên dadweriyê, derheqê çareserkirina vê pirsgirêkê axivîne, lê kesên ku perê wan ji dest çûye dibêjin ku heyanî niha jî nekarîne perê xwe ji vê navendê wergirin.