Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Giritiyekî siyasî yê Kurd çavnihêrî hukmê îdamê ye

22:11 - 28 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Ji bo duyemîn car sizaya îdamkirinê, bi ser hemwelatiyekî Kurd ji aliyê dadwerên rejîma Îranê ve hate sepandin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê,hemwelatiyekî xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê ve, ji bo cara duyem hate sizadan û sizaya narewa ya îdamê bi ser de hate sepandin.

Nasnameya wî girtiyê siyasî yê Kurd, “Hidayet Ebdullahpûr” kurê “Ebûbekir” xelkê gundê “Qereseqel” a girêdayî bajarê Şinoyê hatiye ragehandin, û navbirî bi tometa alîkarîkirin digel yek jî partiyên dijberî rejîma îslamî a Îranê, ji bo duyemîn car sizaya îdamê bi ser de hate sepandin.

Hidayet Ebdullahpûr tevî çend kesên din yên bi navên “Hasil Ezîzî”, “Mihemedzahid Feramerzî”, “Ye`iqûb Baîkeram”, “Celal Mesrûrî” û “Sedîq Baîkeram” piştî afirandina hemaseya qehremanane ya pêşmergeyên Demokrat, di gundê Qereseqel a bajarê Şinoyê ya di meha Gulana sala 1395`an de, hatibûne binçavkirin.

Ev kesane jî digel Hidayet Ebdullahpûr hatine binçavkirin, û 100 sal sizaya girtîgehê bi ser hemûyan de hatiye sepandin.