Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyên Belûç dest bi grievê kirin

20:21 - 23 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Girtiyên siyasî ên Belûç di girtîgeha Erdebîlê de bi sedema rewşa nebaş a girtîgehê dest bi girevê kirin.

Li gora van raporên ku belav bûne, hejmareke girtiyên siyasî ên Belûç di girtîgeha bajarê Erdebîlê de, roja Çarşemiyê 20’ê Xezelwera 1394’an bi sedema rewşa nebaş ya girtîgehê dest bi girevê kirin, û eva 10 roj e ku di girevê de ne.

Berpirsyarên girtîgehê bi malbatên wan ragehandine ku di destpêkê dibe îznê ji serdozgeriya Zahidanê û piştre jî ji serdozgeriya Erdebîlê wergirin.

Piştî derbazbûna 10 rojan bi ser gireva van girtiyan de heya niha jî berpirsyarên girtîgehê tu hewlek nedane bo baştirkirina rewşa van girtiyan.

Sabir Melik Reîsî, Elî Pejgul, NûrEhmedhesen Zihî, Îshaq Kelkelî û Mihemed Emîn Îranşehrî, ji wan girtiyên siyasî ên Belûç in, ku di girtîgeha Erdebîlê de girev girtine.

Zexta berpirsyarên rejîma Îranê li ser girtiyên siyasî di Îranê de dom heye, û ew yek jî bûye sedema nîgeraniya berpirsyarên mafên mirovan.

Di vê derheqê de Ehmed Şehîd reporterê taybetî ê NY bo karûbarên mafên mirovan di Îranê de ragehandiye ku rewşa mafên mirovan di Îranê de xiraptir bûye, û di hemberî vê yekê de hişdariyeke micid dide.