Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyên jin yên girtîgeha Qereçekê di sirr û seqemê de ne

11:39 - 18 Çirriya paşîn 2018

 Kurdistanmedia: Bi hatina demsala sirr û seqemê, gritiyên jin yên li girtîgeha Qereçekê, rastî zehmetiyan kirine.

 Li gorî nivîsa ku li ser“twitt”a  malpera “Berevanîkirin ji Mafê Jinan” belavbûye, ji ber sirr û seqema demsala payîzê,  jinên girtî yên li girtîgeha Qereçek a bajarê Weramînê, zehmetiyan dibînin, û berpirsên vê girtîgehê jî tu îmkanên germê û herwisa ava germ bo van dabîn nakin.

Girtîgeha Qereçekê, di nav sehrayê  dehilketiye, û sirr û seqem û  nebûna ava germ girtiyên jin yên vê girtîgehê rastî zehmetiyan kiriye, û  girtiyên jin tenê rojê yek demjmêrî destpêragihîştina bi ava germ hene. 

Pêka rewşa hewa û hilketina  girtîhê,  niha hewayî girtîgehê sare, û berpirsên girtîgehê jî tu hewcehiyên germê bo girtiyan dabîn nakin.

 Herwisa vê malperê nivîsiye ku arîşeyên wekî, zêdebûna nifûsa girtiyan  bi sedema veguhastina kesên ku li ser şeqaman dimînin û bê care in û,herwisa bilindbûna nirxa tiştên firoşgehan ku çend hember li çav berê zêdebûne,  û herwisa xemsariya berpirsên girtîgehê, ji van pirsgirêkan in ku girtiyên jin yên vê girtîgehê  digel de rûbirû ne.

Berê jî di vê girtîgehê  de, hêzên rejîmê êrîşî ser jinên girtî yên Derwêşên Gunabadê kiribûn, û  wan xistibûn, û her di vê pêwendiyê de jî, saziya Lêborîn a Navneteweyî ragehandibûn ku, jinên  girtî  yên girtîgeha bajarê Rêy a Qereçekê rastî azar û  îşkenceyan tên û  ji mafê çavdêriyên pizişkî yên  hewce  bê parin.