Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpên cîhadî ser Rojavaya Kurdistanê fitwayan didin

16:26 - 10 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Fitwaderên Cîhadiye Sûriyê, dijî Neteweya Kurd, fermana cîhadê didin û êrişa bo ser Kurdistanê, bi helal dizanin.

“ Şêx Ebdul Rezaq Mehdî”, şerî`etzan û fitwaderê naskiriyê xelkê Sûriyê, fitwa bi dijî netweya Kurd daye û êriş kirin bo ser Rojavaya Kurdistanê bi rewa daye zanîn.

Piraniya girûpên terorîstî ên cîhadî ên ku di Sûriyê dene, bi taybet “ Tehrîr ul Şam”, “ Ensar ul Îslam”, “ Ensar ul Tewhîd”, fitwaya ji wî tûndajoyî werdigrin û girîngîyê didne fikrên şerî`etiyên wî.

Ew fitader li peyameke twiterî de nivîsiye:” Artêşa Tirkiyê dema çuna bo şer, kitêba Xwedê dixwînin”.

Li doma twîta wî dijî Kurdî de hatiye: Em dixebitin Bo îta`eta te û damezrandina şerî`eta te ey Xwedayê Alemê.

Fitwa dijî Kurd û cîhad bo komkujiya Kurdan li dîrokê dubare bûne û mînakên  wan zafin mîna Fitwaya Xumêynî bi dijî Neteweya Kurd di Rojhilata Kurdistanê de.