Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşa hêzên rejîmê bo ser akinciyên devera “Bayngan”ê

15:28 - 5 Gulan 2012

Kurdistanemdia: Hêzên Întizamî ên rejîma îslamî a Îranê li devera Bayngana ser bi bajarê Pawe, avêtin ser kasibkarên wê deverê û dest bi ser alavên wan de girtin.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanemdia, heftiya derbasbûyî hêzên Întizamî ên cihgir li pasgaya gundê “Dirole” çendîn car avêtin ser xelkê gundên “Dirole”, “Lawran” û “Kanîsalar” a ser bi devera Bayngan a bajarê Pawe û tevî bêhurmetiyek zaf azar û ezyeta akinciyên wan gundan kirin.
Xelkê wî gundî seba destkurtiyê bi neçarî rû li sîmnoran dikin û xelkê wan sê gundan li rûbarê “Sîrwan” li ser sînorê Îran û Îraqê mijûlî kirîn û firotina alavên nav mal û şewatê bûne ku ji aliyê pasgaya Dirole ve êrîş bo ser wan hatiye kirin û dest bi ser alavên wan de hatiye girtin.
Eva di halekê de ye ku tenê çavkaniya dahata xelkê wê deverê di riya wan sînoran de ye ku niha hêzên rejîma Îranê ew riya kasibiyê jî ji wan qut kiriye.