Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên nerewa bo ser xwedî taksiyên Seqizê

21:49 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Yekîtiya Şufêr Taksiyan bi hevkariya hin navendên hikûmetî, givaşek mezin xistine ser şufêr taksiyên bajarê Seqizê û kasibiya wan sînordar didin.


Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, Yekîtiya Şufêr Taksiyan a bajarê Seqizê, givaşek zêde xistiye ser şufêr taksiyan û bi hêceta “guhertina araste” û herweha bi wan ragihandine ku her şufêrek bersiva Yekîtiya Şufêran nede û serpêçî di birryara han de bike, eva taksiya wî bo heyamê 24 heya 48 demjimêran dê bihê razandin û 20 heya 40 hezar Tûmen pere li jê navê “serpêçiya dîsîpilînî” jî wê bihê cezakirin.

Birryara han di halekê deye ku di wan heyamane de giraniyê kirîzek mezin ji xelkê Îranê re pêkanîye û çarereşiyê perê xwe kişandiye ser qata hejar a Îranê bi giştî û Kurdistan bi taybetî.

Bertengkirina kasibiya xwedî taksiyan di rewşa han de givaşek mezin dixe ser şufêr taksiyan û egera nîşandana her nerazîtiyekê heye.