Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê ji têhnîtiyan de can dide

02:34 - 6 Hezîran 2012

Selîm Zencîrî
Sozên bêencam û serkuta Berdewam

Li wan salên dawîn de hejmarek ji çalakên warê Jîngehê li Urmiye û Tewrêzê li dor siyaseta hişikkirina gola Urmiyê hişdariyên micid dane rayedarên Komara Îslamî û xelkê wan bajaran bona xwenîşandanên medenî û aram vedixwendin. Ew hewla wan bû sedem ku li wan sê salên dawîn de xelkê wan bajaran her midehê carekê bi awayek girseyî û aştiyane kom bibin û daxwazê ji berpirsan bikin ku nehêlin gola Urmiyê ji têhnîtiyan bimre; herweha wan ji encamên metirsîdar yên hişikbûna behrê haydar dikin.

Lê ew xwastên rewa û xwenîşandanên medenî û aram ên wan hertim bi reftarên tund û tûj û hovane ên hêzên ewlehî û leşkirî ên rejîmê re ber bi rû bûne û her car bi dehan û sedan kes ji xwenîşander û çalakên jîngehî hatine girtin û cezadan.

Eva jî li halekê de ye ku durûşmên xwenîşanderan ne siyasî ne û siloganên weke: ‘’Gol can dide, meclîs jî bo kuştina wê ferman dide’’, yan’’ Derya Têhnî ye’’, ‘’werin em bigrîn û bi rondikên xwe behrê av bidin’’diqîrînin, lê dest biserkirina wan neraziyan nîşan dide ku hêzên rejîmê li pey vê bizavê de metodek ji xebata siyasî dibînin û bi nêrînek ewlehî mêzeyî meselê dikin û metoda naskirî a serkut û tund û tûjiyê bo temirandinê tînin rojevê û dikine hêcet bona mîlîtarîze kirina Kurdistan û deverên din, bi taybetî nêrîna ewlehî li deverên ne fars de bûye beşek sîstimatîk ji siyaseta rejîmê.

Xincî vê siyasetê, nekêrhatîbûn û bêmodîriyetiya hakim hemû welat dagirtiye û ne tenê warên siyasî, aborî, civakî û ... ên welat, belkî tesîr li surûşt û coxrafiyaya Îranê û bi taybetî li deverên nefars de kiriye û hewildanên berqesd yên hikûmetê li xirabkirin û jinavbirina jîngeha wan deveran û guhnedan û balnedana berpirsan bi van deveran, bûye sedema nerazîbûnên berfireh li nava wan de.

Bo nimûne gola Urmiyê ku yek ji mîratên herî kevnar, bedev û dîrokî yên Kurdistan û Îranê ye, niha li rewşek pir kirîz de dijî û nefesên dawîn ên xwe hildikişîne. Anku demên xatirxwastina wê hatiye! malawayiyek ku li derveyî îrade û xwasta qeder û çarenivîsê ye, û çavê rejîma dijî mirovî a Îranê bi xemla surûşta wan deveran jî beredayî nade û bi eşkereyî dujminahiya pêre dike. Bi giştî niha sedemên destçêkirî( mirovî) û xwezayî dest dane hev heya ku em bibin şahidê vê bûyera tirajidîk û rijyana çirayê bextê stêrak û nigîna bedev a Kurdistan û Îranê heya çend salên din.

Gola Urmiyê bi rûberê 6 hezar kîlometirên çargoşe (50 hezar hiktaran), gola herî mezin a Îranê û duyemîn gola sûr a cîhanê, xemla Kurdistanê û bûka Urmiyê ye ku xwediyê gelek taybetmendiyan e. Ew gol bi 102 giravan ku hemû jî ji aliyê Rêxistina unsco ve weke mîratê surûştî ên cîhanê hatine nasîn, bûye bi şacuwana deryayan û têde çendîn corên teyr û teval, candar û kirmika herî giran û binav û deng ya Artimya dijîn.

Gola Urmiyê bi dîroka xwe a 27 hezar salî tu car heya niha hişik nebûye, belkî bi qasê barîna befr û baranan asta ava wê kêm û zêde bûye. Lê li 13 salên derbasbûyî de asta ava wê gelek daketiye, anku 6 metro ji asta ava wê kêm kiriye û pêka raporên karnasî, niha tenê 2500 Km ji ava wê maye, ya din bûye bi deştek pan û berîn ji xwê û her ku diçe berîntir jî dibe. Pêvajoyek ku li egera berdewamî û çaresernekirinek lezgîn de, wê heya çend salên din hişik be û bibe sedema tirajîdiyek mirovî û jîngehî. Wate daketina avê û berfireh bûna deşta xwê, dikare hemû rez û baxçe û zewîzarên çandiniyê bi xetera hişikkirina yekcarî re ber bi rû bike. Anku 10 mîlyard ton ji xwê a wê, dê bi awayê toz û ba ser deverê de bibare. Her ew bandora nigatîv a ku hişikbûna Gola Hamûn, bi ser devera Sîstan û Belûçistanê de bicih hişt.

Hişikbûna gola Urmiyê dê ekosîstema deverên derdorê jî tevlîhev û têk bide û seqa û atmosfera hênik û nerm a deverê wê bi seqayek germ û hişk tevî ba û bahoza xwê biguherîne. Bi baldan bi aliyên cur bi cure wê tehlûkeyê, gefek netewî û cîhanî li rojevê de ye. Wate ne tenê jîngeha Îranê, belkî ya gelek welatên cîran weke Ermenistan, Komara Azerbaycan, Îraq, Turkiye û ...htd jî digre û dibe sedema koçbarbûna bi milyonan kesan û xetera tûşbûna bi Penceşêr û nesaxiyên din zêde bike.

Serbarê sedemên xwezayî, zirarên siyaset û modîriyeta berpirsên rejîma Komara Îslamî derheq Gola Urmiyê li têkdana vê nigîna buhagiran a Kurdistanê de du hember bûye. Yekem derba ku rejîmê ji behra Urmiyê xist, çêkirina riya Kelanterî li nava behrê de bû ku berevajî standardên cîhanî û jîngehê bû. Paşan bi avakirina dehan avbendan li ser riya golê, kulana bîrên kûr ên avê, û cotkarî û çandiniya sunetî û nezanistî delîve û riya daliqandin û kuştina behrê xweş kir.

Niha ku bahoza xwe û xeteriyek mezin gefê ji pêşeroja hemû Îranê û bi taybet Kurdistan û Azerbaycanê dixwe, hewce ye çareseriyek lezgîn bona pêşgirtina ji rûdana wê tirajîdiyê were dîtin. Her çend ku heya niha gelek durûşm û soz û pêşniyazên cuda li dor çareseriyê ji aliyê berpirsan ve hatine dayîn, lê di kiryar de tu gavek ber bi çareseriyê ve nehatine avêtin û hemû bêencam mane û tenê di serkutkirina xelkê û xwenîşanderan de mikûr, yekdeng, yekgirtî û xwedî pirojeyên bikiryar in.

Eva ku Ehmedînijad bona xapandina xelkê ragihand ku me bûdceyek 950 mîlyon dolarî jêre terxan kiriye, niha tiştek xuya nake. Yan meclîsa kartonî a rejîmê bi retkirina gelaleya pêşîgirtin ji hişikbûna golê bi mifahstandin ji ava rûbarên Eres û Sêlwe avek sar berdaye ser destê çalak û xemxorên jîngehê, û nîgeraniyên wan zêdetir û hêviyên wan jî betal kirin. Eva jî di halekê de ye ku pisporên wî warî didin zanîn ku çaresera wê bi bûtceyek ne ewqas zêde tê kirin.
Hezîneyek ku li dehan cihên din weke piştewanîkirina ji terorîzmê, desttêwerdana li kar û barên welatan û herweha pirojeya biyom û neaştiyaneya navikî tê mezaxtin û xelkê Îranê bûne bi goriyê vê siyasetê, lewma hişikbûna golê dikare kirîzan zêdetir û xelkê jî malwêrantir bike.
Lewma heya ku dereng nebûye, divê xelk û aliyên siyasî hewl û xebatên xwe bixin tevgerê daku çareser û tedbîrek lezgîn bona rizgarkirina gola Urmiyê were dîtin.