Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Google şîrketeke fîlmê Kurdî xelat kir

16:53 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Li dîroka huneriya Kurdî de yekemîn care şîrketa bi navûdengê cîhanî Google, şîrketeke fîlmê Kurdî “Şêxan Fîlm” xelat dike.


Li dîroka huneriya Kurdî de yekemîn care şîrketa bi navûdengê cîhanî Google, şîrketeke fîlmê Kurdî “Şêxan Fîlm” xelat dike.
Newzad Şêxanî Birêvebirê Şîrketa “Şêxan Fîlm” li daxuyaniyeke taybet de got: Piştî wê yekê li rêya “Google” ve bikarhênerekî zêdeyê înternêt û beşdarvaneke zêde û berdewam tikandina li ser malpera me û lêgerîna li pey kar û berhem û projeyên Şêxan Fîlm da hatiye kirin, eve ji bo şîrketa navdara Google ji bilî wê yekê ku jêdereke ji bo germkirina reklama bazirganiyan, li heman demî de lêgerîna li pey Şêxan Fîlm de li Google ve bi girîng tê wesif kirin.

Malpera Rojeva kurd bilavkir, her ji bo vê mebestê jî ji aliyê şîrketa Google ve bawernameyek û xelatekî bi nirx û hêja bexşîn Şêxan Fîlm ê. 
Şêxan Fîlm eve çend saleke li welatê Elmanya hatiye avakirin, li bajarê Munih, Koln û Bon, nivîsîngeha xwe heye û ji sê kesên serekî pêkhatine û ku her kes karê xwe pêşkêş dike û kariye bala xelkê bikşîne.