Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Goristana devera çemê Mecîdxan bi alaya Kurdistanê hate neqişandin

17:10 - 27 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Têkoşerên Demokrat di devera çemê Mecîdxan goristaneke wê deverê, ku çendîn şehîdên sorxelatê gel di nava wê goristanê de bi axê hatibûn spartin, bi alaya Kurdistanê neqişandin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, goristana Serçinar, Sewzî û Xetayî di devera çemê Mecîdxan ku bi yekek ji mezintirîn goristanên wê deverê tê hejmartin, û çendîn şehîdên sorxelat ên gel di hembeza xwe de girtiye, ji aliyê têkoşerên Demokrat û dirêjederên rêbaza şehîdan bi alaya pîroz a Kurdistanê û diruşma “Bijî Hizba Demokrata Kurdistana Îranê” û “Bijî Rasan” hate neqişandin.

Di heyama çend rojên derbazbûy û di çendîn cihên Kurdistanê de, dirêjîderên rêbaza pir serwerî ya şehîdan bi encamdana çalakiyên bi vî şêweyî, wefadarî û emegnasiya xwe ji bo rêbaza serwerên dîrokê nû kirin.