Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Goriyên zêde di cadeya Selmas – Urmiyê

17:10 - 27 Hezîran 2012

Kurdistanemdia: Gewriya “Quçî”ê li navbera cadeya Urmiye – Selmas, seba nebûna ewlehiya cadeyê salane dehan hevwelatiyan dike gorî.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, riya sereke a navbera Urmiye – Selmas, ku cadeyek navdewletî ye, pêtirîn rêjeya goriyên hat û çûyê jixwe digre.
Cadeya han ku riya sereke a hat û çûya xelkê Urmiye û Selmasê ye, seba hebûna gewriyan bi taybetî gewriya “Quçî”ê, û nebûna hewcehiyên parastinê xesarên canî ên wê cadeyê zêde kirine.
Gewriya “Quçî”ê dijwartireîn gewrî di cadeya navbera “Urmiye – Selmasê de ye û xêncî sitandina canê hevwelatiyan, amara bûyerên hat û çûyan jî zêde kiriye.
Tevî goriyên zêde di wê gewriyê de, rejîma Îranê tu hewlek ji bo piroje û gelaleyek ku metirsiyên wê cadeyê kim bike nedaye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê