Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gotûbêja heftenameya Bas digel Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ

15:11 - 26 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Heftenameya Bas, di hejmara xwe ya nû de, hevpeyvûnek derheq bi rewşa niha ya Kurdistanê digel Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê lidarxist.

Deqa gotûbêjê bi vî awayê ye:

Bas: Dîtina we li ser vê rewşa ku di herêmê de heye çî ye? gelo bi raya we, ew rewş di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye?

Bersiv: Mirov dikare ku bi çend şêweyan vê pirsê şirove bike, ku erênî û hêvîbexş e, bi taybetî ku hate selimandin dema ku DAÎŞ’ê êrîş kire ser Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mifayeke baş lê wergirt, bi wergirtina piştevaniya siyasî û navdewletî û navneteweyî, Kurd bû mijareke cîhanî û di rojevê de, û hejmareke zaf ji welatên Ewropayî û cîhanî, derheq piştgiriya ji başûrê Kurdistanê hevgirtî bûn, ji aliyekî din ve derfeteke baş bû ji bo hêza Pêşmerge ya Kurdistanê, ji bo wergirtina çekên pêşkevtî, ji welatên pêşkevtî ên cîhanê, lê digel vê yekê de jî, aliyê nîgatîv ev e ku di navxwe ya Herêma Kurdistanê de tebahî tuneye, em hemû aliyek jî dizanin ku di rewşeke wisa de, hekî yekîtî tunebe, Herêma Kurdistanê nikare di hemberî vê zulma mezin de ku lê tê kirin, xwe rabigre, lewra yekîtî ji bo îro rojê ya Kurdistanê pirr giring e, jiber ku Herêma Kurdistanê kêşeyên xwe bi Bexdayê re çareser nekiriye, û di warê siyasî de jî, digel Îranê hevahengiya di navbera wan de tuneye, Îranê jêve ye ku hebûna vê hikûmeta Kurdî di berjewendiya wê de nine, lewra hewlê dide ku kêşeyan jêre çêke, ji bo vê yekê jî mifahê ji nebûna yekgotariya navxweyî werdigre.
Bas: Merema we yekgotariya hêzên başûrê Kurdistanê ye?

Bersiv: Belê, yekgotariya partiyan, piştre yekgotariya cemawerî û raya giştî ya navxweyî lê dikeve, ku ew yek jî bandorên erênî zêdetir dike, lê mixabin hindî ku tê, hêzên başûrê Kurdistanê, bedela nêzîkbûna li yektir, dûrketina wan ji yektir zêdetir dibe, ku eva jî aliyekî neyînî ye ku neyarên Kurdan mifayê jê distînin.
Bas: Ya ku di Herêma Kurdistanê de tê dîtin, parvekirina partiyan e li ser mêhwerbendiyên cîhanî, partî û Goran rû li Rojava, û YNK rû li Îranê kiriye. Gelo heya çi qasekî mêhwerbendiya cîhanî, bandora xwe li ser partiyên Rojhilat jî hebûye?

Bersiv: Ya ku heya niha tê dîtin, partiyên Rojhilata Kurdistanê bi ser du bereyan de nehatine parvekirin, û bernameyên wan zêdetir neteweyî ne, renge di çawaniya gihîştina wan bi mafên neteweyî de, cudahî hebe, partiyên wisa hene ku serxwebûnê dixwazin, yan jî federalîzmê dixwazin, lê her hemû bas ji pirsa neteweyî dikin. Renge di salên borî de veqetiyan di nav partiyan de hebûye, wek ya ku di nav refên Komele û Partiya Demokrat de rû da, lê niha bi sedema rewşa hestiyar, hemû aliyek li ser çend xalên hevpar û pirsa neteweyî, teba ne.
Bas: Heya çi qasî, di vê rewşa hestiyar de, we pirojeyên erênî hene, yan ji aliyekî din ve serkirdayetiya Kurd li başûrê Kurdistanê bi we re hemşêvrî kirine, da ku rewş bi qazanca Kurdan bi giştî here pêş?

Bersiv: Di rastî de serkirdayetiya Kurd di başûr de, ti hemşêvriyek bi me re nekirine, lê me pêwendiyên dostane bi wan re hene, bi taybetî digel PDK û Goran û YNK’ê. Di her cihekî de ku em bi hevre rûniştibin , me hewl daye ku em wan nêzîkî hevdu bikin.

Bas: We pêşdestî kiriye?
Bersiv: Pêşdestî ne, lê axavtinên micid û hewce belê.
Bas: Derheq qewareya beşdariya we di şerê DAÎŞ’ê de çawa, bas ji vê hate kirin ku pêşmergeyên we di çeperên şer de ne, û piştre jî hate gotin ku li ser daxwaza aliyekî diyarîkirî yê Kurdistanê hûn vekişiyabûn, hûn dikarin zanyariyan di vê derheqê de bidin me?
Bersiv: Helwesta me her tim rohn bûye, û me gotiye Herêma Kurdistanê ku hekî we hewcehî bi alîkariya me hebe, eva di her rewşekê de em amade ne bo şer, lê bi mercekê ku hûn razî bin, jiber ku me hertim hez kiriye ku em hêzeke alîkar bin di başûrê Kurdistanê de, ne eva ku em destêwerdanê bikin, eva bû ku daxwaz ji me hate kirin, û me jî hêzên xwe şandin bo çeperên şer, lê piştî heyameke kurt daxwaza vekişiyanê ji me hate kirin.
Bas: Kê daxwaz kir?

Bersiv: Wî aliyê ku daxwaza alîkariyê kiribû, her wî aliyî jî daxwaz kir ku em hêzên xwe paşve vegerînin, lê bi awayekî fermî em agehdar nînin ku çima ew kar hate kirin, lê bi awayê ne fermî wisa dixûye ku ew daxwaza Îranê bû.


Bas
: Çima nabêjin ku ew alî kî bû?

Bersiv: Jiber ku hewce nake, ew alî di Hikûmeta Herêmê de ye, û me jî her du daxwaz ji wan qebûl kirin, her wek ku me got em hez dikin ku hêzeke alîkar bin di herêmê de, ne hêzeke ku destêwerdanê bikin di herêmê de, û me di vê çarçoveyê de ew daxwaz bi asayî zaniye.
Bas: Pêşmergeyên we çûne çi eniyekê de, li eniya Celewla yan eniya Mexmûrê. Li Celewla pasdarên Îranê dîtin?

Bersiv: Pêşmergeyên me li mêhwera Mexmûr û Giwêrê bûn, lê hêzên Îranê zaf in di eniyên şer de, ku ji bo armanc û meremên xwe hatine, xeynî pisporên taybetî ku alîkariya hêzên Îraqê dikin, hêzên şerker jî di herêmê de hene.
Bas: Gelo raya we li ser hêzên YPG’ê çî ye di başûrê Kurdistanê de, di demekê de Kobanê û Rojava di vê rewşê de ye?

Bersiv: Hebûna wan hekî di başûrê Kurdistanê de, li ser daxwaza alîkariya Hikûmeta Herêmê be, eva erkeke nîştimanî cîbicî kirine, lê hekî ew bixwe hatibin eva me pê baş nine, û bi dirust nizanin û wek destêwerdan çav lê dikin, jiber ku em naxwazin ku ti hêzeke parçeyeke din, bi bê daxwazkirinê, destêwerdanê di nav parçeyeke din de bike, û nakokiya siyasî lê çê be.
Bas: Niha bas ji vê tê kirin ku DAÎŞ bi hemû aliyên xwe yên xirap, dawî bizmar li lihevkirina Saykspîko xistiye, ku eva jî di berjewendiya gelê Kurd de ye, hûn li ser vê bawerê ne ku Kurd her wek niha di şerê bi DAÎŞ’ê re berdewam be, yan riyeke din jî heye?

Bersiv: Bi giştî ez di vê baweriyê de nînim ku Kurd her şer bike.
Bas: Wate hûn danûstandina bi DAÎŞ’ê re asayî dibînin?

Bersiv: Belê, girêdayî ye bi vê ku danûstandin çi tişt têde tê şopandin, hekî Herêma Kurdistan bi DAÎŞ’ê re gotûbêjê bike, da ku şer ji xwe dûr bike, bo xirap e? Di hemû gotûbêjekê de ya giring eva ye ku tu çi siyasetekê dişopînî, armanc di danûstandinê de giring e.
Bas: Hekî em herin ser baseke din, û renge vegerin ser vê mijara xwe ya pêşîn, heya çi qasî nexweşketina rêberê Komara Îslamiya Îranê bandorê li ser guherînkariyên wî welatî dadinê?

Bersiv: Ez ne bawer im ku nexweşketina wî bandor hebe, ez bêjim hatiye çareserkirin.
Her çawa Xomeynî mir, Xamineyî jî wê bimire, ya ku di vê hikûmetê de heye, wate sîstem bi hatin û çûna serkirdeyekî guherînkarî di rastaya ber bi pêşveçûna demokrasî û azadiyê pêk nahê, jiber ku ew sîstem li dijî beha û pirensîpên mafên mirovan û azadiyan e, lewra şaş e, hekî me jêve be ku bi mirina Xamineyî guherînkarî pêk bihên.

Renge kesayetiyan heya sînorekê bandora xwe hebin dema ku têne guherîn, lê bi vî awayî nabe ku hekî sîstem bê guherîn.
Bas: Gelo çawa ye ku Erdoxan kariye gellek tişan biguhere?

Bersiv: Ya ku di Tirkiyê de heye, demokrasiyetek e, herçend lawaziyê wê jî hene, lê jiber ku heye, rê ji bo guherînkariyan vedike, lê di sîstemeke wek ya Komara Îslamiya Îranê de, ku tu bingeheke demokrasiyê têde nine, kesayetî nikarin guhertineke bingehîn çê bikin.
Bas: Ku wisa ye, her eva sedema vê ye ku hûn amade nînin bi sîstema niha re gotûbêjê bikin, gelo ti pêşdestiyek ji aliya we, yan ji aliyê wan ve hebûye?

Bersiv: Serdemekê piştî bidawîhatina şerê Îran û Îraqê, Komara Îslamiya Îranê daxwaza danûstandinê ji me kir, da ku ji riya aştiyê ve pirsa Kurd bê çareserkirin, eva bû ku Dr. Qasimlo digel heyeteke Îranê rûnişt, û hate terorkirin, lewra me ti pêşdestiyek nekiriye ji bo civîna bi vê sîstemê re.

Jiber ku li ser vê baweriyê me ku di vê Komarê de mafê Kurd nahê cîbicîkirin û azadî û demokrasî jî desteber nabe.
Bas: Ku wisa bû hûn çavnihêriya çi dikin, di demekê de ku hûn di rewşa şer de jî nînin ?

Bersiv: Hekî em bi kûrî herin nav xebata gelê Kurd de, Kurd di dîrokê de qet nekariye ku hikûmeta nawendî biguhere, belku amadekarî kiriye bo mifahwergirtina ji derfetê. Herwek ku PDK û YNK, piştî xebateke dûr û dirêj karîn ku ji derfeta hiloşîna Sedam mifayê bistînin, û piştre jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin.
Bas: ku wisa bû ji bo derfetê, we amadekarî kirine?

Bersiv: Belê, em çavnihêrê derfetê ne, û amadekariyeke tewaw di warê pêşmergeyan de me kiriye.
Bas: Pêştir we bas ji vê kir ku di nav partiyên Rojhilat de, heya sînoreke baş yekgotarî heye, bi taybetî li ser pirsa neteweyî, di vê çarçoveyê de, heya çi qasekî Pijak di nav vê bereya yekgirtî de ye?

Bersiv: PJAK partiyeke serbixwe nine, û beşek e ji PKK. Di vir de partiyeke başûrê Kurdistanê jî nine, belku partiyeke cihek din ya Kurdistanê ye, di van civînên hevpar yên partiyên Rojhilata Kurdistanê de, çi cihek bo PJAK’ê tuneye.
Bas: Wate hebûna PJAK’ê di berjewendiya Rojhilat de nine?

Bersiv: Me jêve ye ku partiyek di çarçoveya vê beşê de ku pêk hatiye, dikare qazanca xwe hebe.

Em wek partiyeke Rojhilata Kurdistanê, nabe me jêve be ku em dikarin ji partiyên başûrê Kurdistanê, yan her parçeyeke din dilsoztir bin, ku wisa bû bila em îznê bidin ku xelkê van ciyan bixwe biryarê bidin, hekî me daxwaza alîkariyê kir, eva wê demê dibe ku em alîkar bin, ne eva ku destêwerdanê di nav karûbarên siyasî de bikin, em alîkariyê bi erka li ser milên xwe dizanin.
Bas: Derheq Îranê, çima ew qas pêdagir e li ser dûrkirina DAÎŞ’ê ji xwe, jiber ku naxwaze derfetê ji bo we amade bike?

Bersiv: Îran naxwaze ku DAÎŞ ji nav here, û dixwaze ku wê bihêle, bona vê ku bi qazanca xwe bi kar bîne, jiber ku DAÎŞ serbixwe nine, û ecindaya Îran, Îraq û renge Tirkiyê jî têde hebe, Îran dixwaze ku her tim şer û kêşe hebe, hevdem digel vê jî naxwaze ku Îraq serbixwe be, di vê çarçoveyê de jî rêgiriyê ji derfetên Kurd dike, û berjewendiyên îdeolojî û sîstema xwe diparêze.
Bas: We got ku Îran ji hebûna şer di herêmê de hez dike, gelo bi raya we Îranê dest hebûye di avakirina DAÎŞ‘ê de jî?

Bersiv: Ez di vê baweriyê de nînin ku Îranê DAÎŞ çê kiribe, lê gellek zîrekane dest xistiye nav DAÎŞ’ê, ji riya kesên girêdayî bi Îraq û Sûriyê, ku dikarin bandorê li ser destnîşankirina armancên şerê DAÎŞ’ê hebin, bo mînak piştî vê ku DAÎŞ’ê Mûsil girt, li gorî van îmkanatên ku bi dets xistin, dihate pêşbînîkirin ku ber bi Bexdayê ve here, lê ji nişkêve ber bi Kurdistanê ve hat, jiber ku kesên ser bi Komara Îslamiya Îranê rê didanîne ber wan, jiber ku dixwast ku Herêma Kurdistanê ceza bike, ku bas ji serbixweyiyê dikir.

Bi eşkere alîkarê Wezîrê Karê Derve yê îranê, Emîr Ebdullahî ragehand ku ew siyaseta ku Hikûmeta Herêmê girtiye pêş, hekî berdewam be, wê poşman bibe, lê piştre bi siyasetkirin wisa nîşan da ku xema Kurdistanê dixo, û hêz li dijî DAÎŞ’ê anî.
Bas: Wate bi rohnî, şandina DAÎŞ’ê ber bi Kurdistanê, karê Îranê bû?
Bersiv: Bê guman bandora Îranê ji hemû aliyên din zêdetir e.
Bas: Gelo di vê rewşê de heya çi astekê kongireya Neteweyî giring e ji bo yekgotariya Kurdan di herêmê de?

Bersiv: Mixabin diviya eva zû ba, lê niha digel dûrketina aliyan, ez wisa nabînim ku bi rêve here, herçend ku hêviya hemû Kurdekî welatperwer e, lê di rastî de pêwendiya aliyan di asta Kongireya Neteweyî de nine, niha li ser danîna parêzgarekê ji bo Silêmaniyê li hev nakin, gelo çawa wê bikarin li ser pirseke wisa mezin li hev bikin.
Bas: Pêştir hewleke zaf hebû, lê gotin ku PKK dixwaze ku nîvê endamên Kongireya Neteweyî ser bi wê bin, gelo di wê demê de, ew yek hokar nebû bo paşxistina kongireyê?

Bersiv: Belê. Yekem sedem zêdexwaziya PKK’ê bû, ku Kongire paş xist û piştre jî DAÎŞ çê bû, û pêwendiya PDK û PKK’ê ber bi xirapiyê ve çû, ew yek bûne sedem ku bi rêve neçe.
Bas: Heya çi qasî digel vê yekê ne ku Kurd di Başûr de referandomê bike û dewletê ragehîne?

Bersiv: Niha di Herêma Kurdistanê de îmkana ragehandina dewletê heye, lê berî her tiştî îradeya yekîtiya di navbera xelkê başûrê Kurdistanê de giring e, ku niha ew îrade tuneye, herwisa serbixweyî, wê encamên gellek nîgatîv jî hebin, bo heyameke kurt gemaro wê bikevin ser Herêma Kurdistanê, û wê kêşe jêre çê bin, ew xelkê ku di Kurdistanê de dijîn, divêt ew tab û tehemula wan hebe, û niha jî ew yek nahê dîtin, lewra ew rewşa niha ne baş e bo serbixweyiyê.


- Ev gotûbêj di hejmara roja Sêşem 22.07.1393 (14.10.2014)’an di heftenameya Bas de hatiye bilavkirin ku di Hewlêrê de tê weşandin.