Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gotûbêja TISHK TV digel Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ derheq hilbijartinên Meclisa Şêvra Îslamî û Meclisa Xibrigan

19:16 - 7 Adar 2016

Mistefa Hicrî: “Ew hilbijartin jiber ku azad û dmokrtaîk nîne, tu peyamek ji bo PDKÎ tê de tuneye”.

Her wek hûn agehdar in roja Înê 7’ê Reşemê a sala 1394’an şanogeriya hibijartinên Komara Îslamî a Îranê ji bo destnîşankirina nûnerên du meclisên Şêvra Îslamî û Meclisa Xibrigan a Rêberî li Îranê de, bi rê ve çû.

PDKÎ yek ji wan aliyan bû ku ew hilbijartin baykot kir û daxwaz ji xelkê Kurdistan û Îranê kir ku neçin ser sinduqên dengdanê, û ew kiryar wekî şêweyek ji rewayîdana bi Komara Îslamî û alîkarîkirina bi Komara Îslamî wekî derbazbûna ji vê kirîzê hesiband. Di vê derheqê de TISHK TV’ê gotûbêjek digel Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ pêk anî, ku beşek ji wê gotûbêjê weha ye:

TISHK TV: Neyarên helwesta PDKÎ dibêjin ku baykot helwesteke ne di cihê xwe de, û nîşana pasîvbûnê ye, û tu qazancek heya niha tunebûye, û bûye sedema valakirina qadê ji baskê pawanxwaz ê rejîmê re, gelo boçûna we di vê derheqê de çiye?

Bersiv: Ew belgeanîn, yan belgeanîna vê beşê ji xelkê di demekê de ye, ku di Îranê de hilbijartineke azad hebe, û xelk bi dilê xwe bikare xwe berbijêr bike, bo her yek ji dem û dezgehan, ku bi hilbijartinê tê cîbicîkirin, yan jî xwe kandîdî neke, û bê beşdarî bike yan jî neke.

Lêm em dibînin ku di Komara Îslamî a Îranê de, ne wisa ye, hilbijartineke azad tuneye, bi vî awayî nine ku hekî xelk hat û beşdarî kir, bikarin nûnerê xwe yê dilxwaz hilbijêrin, jiber ku ew nûner di rastî de ji dîtingeha dewletê ve, berî hemiyan nîgehban (nobedar)an hildibjêre. Wate rejîma Komara Îslamî di qonaxa yekem de, wan wekî nûnerê xwe û kesên cihê baweriya xwe destnîşan dike, û piştre îznê dide ku xelk di navbera wan nûneran de ku di rastî de hilbijartiyê Komara Îslamî ya Îranê ne, kes yan kesaneka hilbijêrin ku di rastî de cudahiyeke wisa bo hikûmetê nîne, eva ji aliyekî ve, ji aliyekî din ve em dibînin ku beşdarîkirin yan beşdarînekirina xelkê bandoreke wisa nebûye. Hekî belge ew e ku ew şêweya helwestê helwesteke kevn û dubare ye, di rastî de qadê vekirî dike bo baskê binajoxwaz. Ew binajoxwaz bi bê hilbijartin hemû nawendên sereke ên deshilatê di ber dest de ne, û di rastî de hilbijartin yan eva ku nav danîne hilbijartin, zêdetir vexwandina xelkê ye bona vê ku herin ser sinduqên dengdanê, û li ser sinduqên dengdanê rejîm ragehîne ku beşdarî kirine, ku xelkê bawerî pê heye, û rewayiyê bidin rejîmê, her wekî ki Xamineyî bi xwe jî di axivtina xwe de li derheqê beşdarîkirina xelkê ew pirsa bi awayekî eşkere ragehand ku beşdariya xelkê îtibarê dide Komara Îslamî, û Komara Îslamî berdewam dike li ser kiryarên wê, û hêz dide Komara Îslamî, lewra xelkê bang dike, bona vê ku nîşan bide ku xelkê beşdarî kiriye.

TISHK TV: Helwestek din jî heye ku dibêjin em ne beşdariyê dikin, û ne jî daxwaza baykotê ji xelkê dikin, bila xelk bi xwe biryarê bidin. Xala lawaz ya vê helwetsê di çi de dibînî?

Bersiv: Diyar e ku eva ku xelk bi xwe bi îradeya xwe û li gora hewcehiya xwe dibe deng bide, di vê yekê de tu gumanek nîne,jiber ku deng a take kes e, û tak çawa deng dide yanm nade di sîstemeke azad de bi xwe dizane, lê partiyeke siyasî ku hilgirê boçûneke siyasî ye, bername heye û helwesteke siyasî heye, nahê kirin ku di bûyerên siyasî ên girîng ku di welat de tê pêş, bê alî be. Çê nabe ku partiyek ku hest bi berpirsatiyê dike, di hemberî bûyerên navxwe ên welat, di nav civakê de çi baş yan xirab, di bûyereke wekî hilbijartinê de xemsar be, bêje xelk çi dike, bila bike, lewra bi baweriya min partiyeke siyasî dibe boçûna xwe bêje, û ji bo boçûna xwe belgeyan bîne, bona vê ku boçûna wî here pêş, îca niha ku xelk çiqas lim pey vê dengê dikeve, yan li pey wan axivtinan dikeve, û boçûna hizbê piştrast yan qebûl dike eva tiştekî din e, lê bi baweriya min partiyeke siyasî dibe di van bûyerên siyasî de, helwesteke gellek zelal hebe ji bo xelkê, heya bo alîgirê xwe jî, ku bizanin qedera wan dibe çi, û derheq van bûyeran dibe çawa baxive, yan helwestê bigre û çawan pêngavan bavêje.

TISH TV: Beşdarîkırın yan baykota hilbijartinê ji aliyê xelkê ve, çi bandorekê li ser rewayiya rejîmê li civaka cîhanî de, yan pêwendiyên wê digel cîhana derve de û bi taybetî Rojava dibe?

Bersiv: Min jêve ye ku hekî xelk kêmtir beşdariyê bike, bandora xwe heye, jiber ku niha welatên Rojava hest bi vê meselê dikin ku Komara Îslamî di hilbijartinan de, û di ragehandina encama hilbijartinan de rastbêj nîne, jiber ku hekî rastbêj bûya, û bixwasta ku biyaveke şer’î û ferm a navneteweyî bide vê hilbijartinê, wê ji çavdêrên siyasî ên derveyî welat daxwaz kiriba, da ku bên û şahidiyê bidin ku ew hilbijartin bi awayê azad û demokratîk û di çarçoveya prensîpên hilbijartinê bi wê şêweyî ku di forma navnetewyeî de tê pênasekirin, bi rê ve diçe, lê jiber ku Komara Îslamî vê yekê dike, hilbijartin ji dîtingeha aliyên derve ve cihê baweriyê nîne, lewra siyaseta wan jî derheq Komara Îslamiya Îranê guhertineke bi ser de nahê, û ya ku di siyaseta derve de guhertin bi ser de bê, derheq siyasetekê ye ku di navxwe ya Îranê de bi rê ve diçe, û ew siyaset di navxwe ya Îranê de di deshilata weliyê feqîh de ye, wekî vê ku em dibînin ku di meseleya bercamê de siyast diguhere, lê em hemû dizanin ku bercam encama tekoşîna serkomar nebû, belkû siyaseta weliyê feqîh bû, ku diviya her bi vî renî bûya.

TISHK TV: Di her du haletên beşdarîkirin, yan tehrîma hilbijartinê ji aliyê xelkê ve di kurdistanê de, bi raya we peyama vê helwestê bo PDKÎ û bo tevgera Kurd di vê parçeya Kurdistanê de çi dibe?

Bersiv: Di vê zirûfê de ku di Îranê de hilbijartineke azad û demokratîk nîne, me jêve ye ku encam her çi be, tu peyamekê nade PDKÎ. Diyar e ku hekî rewş bi vî awayî bûya ku xelkê bi awayekî azadane deng daba, wê demê me dikarî ku em qonaxekê binirxînin, ku xelkek ku bi helwetsa PDKÎ kirine, bi dengdan yan dengnedan, yan bi qiseya partiyeke din kirine, û em vê yekê bikin pîvanek bo peyama xelkê ji bo vê partiyê, lê niha em wekî peyam vê yekê wernagrin, em boçûna xwe bi xelkê xwe radigehînin, heta di helwesteke siyasî de, yan di serdemekê de ku xelkê hajê van hûrdekariyan nebû, ku partiyeke siyasî hajê dibe, lê di pêşerojê de dizane ku ew helwets çiqasî rast bûye, em di PDKÎ de, bo xwe li derheq vê ceribandinê de dewlemend in, bo mînak hekî di bîra we de be, wê demê ku referandom bo Komara Îslamî ya Îranê hate kirin, di destpêkê de PDKÎ yek yan yekemîn partî bû ku ragehand: “Jiber ku ew hikûmet tu yek ji xwestek û daxwaziyên xelkê .cîbicî nake, lewra PDKÎ di hilbijartinê de beşdariyê nake, û daxwazê ji xelkê dike, ku referandomê baykot bike, û diyare ku wê demê jî hinek ji xelkê tê de beşdarî kirin, lê piştre dîrokê selimand ku di dema xwe de PDKÎ helwesta wê dirust bû, merema min ew e ku partiyeke siyasî di serdemekê de helwestê bigre ku encama wê piştre eşkere bibe, rastî yan nerastiya wê piştre eşkere dibe, herçend ku ew hilbijartin bi boçûna min bo PDKÎ tu peyameke wê tuneye, jiber ku hilbijartineke azad û demokratîk nîne.