Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Guherînkarî di helwestên berpirsên rejîma Îran de bi qazanca xelkên Îranê ye

11:58 - 27 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Karûbarê Derve yê Amerîkayê  di gotûbêjekê de bas ji vê kiriye ku: Pêdeçûna berpirsên rejîma Îranê bi ser reftar û helwetsên xwe de, di berjewendiyên xelkê Îranê de ye.

 “Mik Pompeo” Wezîrê Karûbarê Derve yê Amerîkayê, di dema gotûbêjkirina digel kanala “Dengê Amerîka”yê de ragehand ku: Merema serekî a helwêst û stratîjiya nû a me ya derheqê rejîma Îranê de, guherîna rejîmê nîne, belku tenê armanca me pêdeçûna berpirsên rejîma Îranê bi ser reftar û helwestên xwe de ye.

Piştî axavtinên “Xamineyî” yên derheqê hewlên Amerîkayê ji bo herifandina rejîma Îranê, “Mik Pompeo” roja Înê 4`ê Cozerdanê de, di gotûbêja digel kanala “Dengê Amerka”yê de ev yeka erê kiriye ku merema wan herifandina rejîma Îranê nine û tenê mebesta wan pêdeçûna berpirsên rejîma Îranê ye bi ser helwest û reftarên xwe yên digel xelkê Îranê, û herwisa destêverdanên wan di karûbarên welatên Rojhilata Navîn de.

Navbirî di vê axavtina de bas ji vê kiriye ku, berpirsên rejîma Îranê perê xelkên Îranê dibin di welatên weke Îraq, Sûriye,Yemen û Lubnanê de di pêxema alîkarîdan ji milîş û aliyên girêdayî bi xwe re xerc dikin, û herwiha xelkê Îranê ji ber betalî, giranî, hejarî û dehan kirîzên din dinlin.

Herwiha “Pompeo” ragehandiye ku: “Guherîkariyên berpirsên rejîma Îranê, yên derheqên hereket û kiryarên xwe de biguman bi qazanca xelkê Îranê ye".

 Herwiha navbirî roja Duşemî 30`ê Banemerê, siyaseta nû a Amerîkayê ya derheqê Îranê de ragehand, û 12 daxwazên Amerîkayê ji berpirsên rejîma Îranê re ragehand û got: Hekî berpirsên rejîm Îranê di hereketên xwe de guherînkariyan pêk neyînin, emê bihêztirîn û tundtirîn dorpêçan li ser wan de bisepînin".

 “Elî Xamineyî” rêberê rejîma Îranê di yekem bersivdana xwe ya li hemberî siyaseta nû a Amerîkayê de got ku, Amerîka bi fikra vê yekê ye ku bi êrîşa leşkerî  rejîma Îranê biherifîne.