Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

(Guhertinên Siyasî (Ahmet Gulabi DERE

13:50 - 26 Adar 2014

Ahmet Gulabi DERE

Di wêneyê siyasî yê cîhanê de her ku diçe pirrengiyekê dewlemend derdikeve holê. Bi tayebtî li Ewropayê, ji salên 1980’ê vir ve ev pirrengî tim bibandor e. Êdî ti kes û hêz nikarin li pêşiya vê rewşê astengiyan çê bikin. Ne tenê li vê parzemînê, li ti deverê cîhanê yek nêrînekê siyasî êdî nikare bi dehan salan hukum biajo.

Di sedsala borî de, bi taybetî li Rojhilata Navîn temenên sîsitemên totalîter, ku piranî bi hêza çekdarî û bi çavtirsandinê li ser desthilardariyê dimanin, ji yên li Ewropayê dirêjtir bûn. Weke mînak; li Sûriyê, Hafiz Esad 34 salan bê navber li ser text ma, piştî mirina wî, kurê wî Beşar Esad hat ser desthilatdariyê û hê jî dixwaze temenê heman desthilatdariyê dirêj bike. Herwuha li Erebistana Saudî, Urdin û li hin welatên din hêjî mantaliteya civakê ku dikare ji wan sîsteman re tehemul bike heye. Lê belê pêla guhertinan li ser wan jî bandorê çê dike.

Bi taybetî piştî şerê cîhanê yê duyem, siyaseta welatên ewropî li ser bingeheke saxlem û ji bo parastina berjewendiyên vê parzemînê çêbûye. Di esasê wê de zêde guhertinên pir mezin çênebin jî, di van deh salên dawî de rengê siyaseta wê a hindirîn cur be cur guhertinan dijî. Di destpêka sedsala 21. de renge sor derbasî şîn bû, ji çend salan vir ve jî ji şîn derbasî sor dibe. (Sor = Çep û Sosyalîst, Şîn = Xirîstiyan Demokrat û Rastgirên din) Bi hatina Angela Merkel (2006) û Nicolas Sarkozy re (2007) rengê şîn xwe li ser siyaseta heman parzemînê bibandor kir, lê belê ji salên 2010’an vir ve heman rewş diguhere, bandora şin kêm dibe, ya sor zêdetir dibe.

Çendî siyaseta bingehîn ya ewropî li gorî partiyan nayê guhertin jî, wusa dixûyê ku wê di rengê siyaseta îxtidaran de, yên hindirîn û derve de, herdem guhertin çê bibin.

Heya naha Ewropa û Emerîka bihev re siyasetekê derve dimeşandin, lê belê wusa diyar e ku di navbera van her du hêzan de jî hin nakokî hene. Nuansa siyasî ku heya niha di navbera van du hêzan de hebû, bi taybetî derbarê Rusya û Ûkrayna’yê de, her ku diçe xwe baştir dide der. Lêbelê ev nayê wê wateyê ku Ewropa xwe ji Emerîkaye dûr dixe. Ewropa xwe her dem weke dayîka Amerîkayê dîtiye, çi dibe bila bibe ew naxwaze xwe ji wê dûr bixe. Di wêneyê herî dawî yê sîyaseta Ewropayê de kareya ku herî zêde derdikeve pêş ev e: Ewropa dixwaze bi rêbazên xwe yên nû di siyaseta derve de nêzîkê Emerîkayê bibe.

Xaleke din ya girîng jî ew e ku ev rengê nû yê Ewropyê wê şewqek çawa bide tekiliyên bi Tirkiyê re? Tê xûyan ku pêvajoya guftugoyan, ya bi Tirkiyê re ji berê zehmetir didome. Rayedarên hukumeta tirk li dora maseyên guftugoyan zêdetir xwîdan didin û diheşin. Bi taybetî, piştî bûyerên parka Gezî û herwuha operasyonên 17 Kanûna 2013’an, dengên dijberê endametiya Tirkiyê bilintir dibin. Lêbelê ev nayê wateya ku wê Ewropî Tirkiyê ji xwe pir dûr bixin. Ev hêz wê bi siyaseta xwe ya nû hewl bide ku vî welatî li gorî berjewendiyên xwe ên siyasî, civakî û her wiha aborî biguherîne.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine