Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hatina teyrokê nêzî 200 milyard tûmen xisar gihande çandinkarên bajarê Urmiyê

11:47 - 12 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema hatina teyrok û rabûna lehiya çend rojên derbasbûyî li bajarê Urmiyê, nêzî 22 milyard xisar gihaye çandiniya welatiyanê wî bajarî.

Roja Çarşemî 20`ê Xermanan, berpirsê Cehada Çandinî Resûl Celîlî, di civîneke rojnamevanên girêdayî rejîma Îranê de dabû zanîn ku, bi sedema barîna baranê û teyrokê û rabûna lehiyê, di deverên wekî, Somaûbiradust, Enzel û Nazlo û çend deverên din, xisraeke mezin gihaye çandiniya wan deverane bi taybet, çandiniya wekî, Tirî, Sêv, Badimcan, Guleberoje û Silk û…hwd, rastî ziyaneke mezin hatiye.

Navbirî dabû zanîn ku, nêzî 5 hezar û 682 hiktar, li bax û rezên bajarê Urmiyê bi sedema teyrokê û lehiyê ziyan lê ketiye.

Navbirî gotiye ku, çandiniya 47 gundên ku ziyan dîtine, bila kompaniyayên konsantre, bi awayekî erzan berhemên wan bikirin. Eve jî di demekê de ye ku, berpirsên rejîmê bi cihê ku ziyanên wan qerebu bikin, tenê di fikra kompaniyayên xwe de ne.

Di roja 17`ê Xermanan de baran û teyrokeke bigur li bajarê Urmiyê hat û lehî jî li pey xwe hebû, û bi wê sedemê jî ziyaneke mezin li çandiniya welatiyên wî bajarî ket. Berpirsên rejîmê jî ziyana wan qerebu nakin.