Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helwêst û dijkiryarê êrişa bo ser Aramko yê, pêsîra Îranê digre

18:04 - 17 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Helwêst û dijkiryara welat û aliyê curbicur li derheq êrîşa bo ser binkeyê herî mezin a Erebistanê tûndtir dibin û tilya sûçdariyê jî bo aliyê Îranê ve tête dirêj kirin.

Berdevkê hewalbendiya Se`eûdî ragihand, pêka jêwekolînên despêkî, ew êrîşa ji aliyê Yemenê ve nehatiye kirin. Tirkî Al-Malikî berdevkê wê hewalbendiyê got: ev şekên ku binkeyên Nefta Erebistanê kirine armanc, Çek û teknolojiya Îranê bûye. Navbirî got: Eva êrîşeke terorîstiye bo ser berjewendiya hemû cîhanê.

Her di wê derheqê de, Serkomarê Amerîkayê Donald Tiramp jî got: Me sire ji armancê girtiye û em amadeyê teqandinêne, lê em benda paşayê Erebistanê ne kanê dê wekî sûçdar kê binasîne.

Yînis Sekreterê Nato yê jî tewî eyana nîgeraniya xwe got: Hemû fitne di bin serê Îranê de ye û di deverê de tevdanî û aloziya diafirîne.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mayik Pompêo hevdem digel evê ku Rûhanî û Zerîf base danûstandinê dikin, Îranê dest di pişta 100 êrîşên bo ser Erebistanê de heye.

Yekîtiya welatê Erebî jî, di dijkiryarekê de tevî mehkûmkirina wê êrîşê, ragihand ku, êrîşa bo ser Aramko yê, ewlehiya tewavî welatên Erebî têk daye û eva jî, eyana dest têwerdana Îranê li welatan de ye.