Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helwesta Amerîkayê derheq Kurdên Rojavaya Kurdistanê, Tirkiye aciz kir

11:30 - 9 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê Tirkiyê ji helwesta Amerîkayê derheq Kurdên Rojavaya Kurdistanê aciz bû, û bi tundî Amerîka rexne kir.

Piştî vê ku “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê ragehand ku ew kurdan bi tenê nahêlin, û nabe em bihêlin ku Tirkiye “Kurdên Sûriyê bikuje”, û herweha “Bolton” jî ragehandibû ku “dibe em ji emniyeta hevalbendên xwe ên Kurd berî bicihhêlana Sûriyê xatircem bin”, Turkiye gellek aciz bû, û serkomarê Tirkiyê ragehand ku hêşta jî Amerîka Kurdan û PKK û YPG`ê ji hev cuda nake.

“John R. Bolton” şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê, ku serdana Tirkiyê kiribû, û dixwast digel serkomarê Tirkiyê jî bicive, tenê digel berdevkê serkomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin û çend alîkarên Wezareta Derve û ya Parastinê û Îtila`ata Tirkiyê hevdîtin kir.  

Li gora hinek ji ragehandinan Erdoxan bi berdevkê xwe ragehandibû, ku hekî rewş bi dilê we be, û di berjewendiya me de be, ezê pê re rûnêm. Lê pêknehatina vê rûniştinê û bicihhêlana Tirkiyê ji aliyê “John R. Bolton” ve nîşan dide  ku ew li ser wergirtina tu garantiyekê ji Tirkiyê bo êrîşnekirina Tirkiye li ser Rojava li hev nekirine.

Erdoxan derheq axavtinên “John R. Bolton” ên di Îsraîlê de, ragehand ku em van axavtinên “John R. Bolton” qebûl nakin û li hember de em bêdeng nabin.

Tirkiye pêdagir e li ser êrîşa li ser Rojavaya Kurdistanê û radigehîne ku ew êrîş li dijî girûpên dijberî me ye, lê rayedarên Rojavaya Kurdistanê vê êrîşê li dijî Kurdan bi tewahî û li dijî Herêmên Rojavaya Kurdistanê bi nav dikin, ku niha li wir Kurd deshilatdar in û di hewla avakirina herêmeke federal de ne.