Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyeke Îranî- Amerîkî di girtîgeha Kerecê de hate lidarverkirin

13:31 - 2 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Saziya Mafên Mirovan a Îranê 30’ê Çiriya Paşîn a 2015’an ragehandiye: Hemîd Semî’î hemwelatiyeke Îranî -Amerîkî di meha derbazbûyî de bi tawana kuştina bizanebûn li Amerîkayê de di girtîgeha Recayî şehr a Kerecê de hate bidarvekirin.

Saziya Mafên Mirovan a Îranê roja 30’ê Çira Paşîn a 2015’an, ragehand ku Hemîd Semî’î hemwelatiyê Îranî- Amerîkî 3’ê Çiriya Paşîn digel kesekî din di girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê de hate îdamkirin.

Li gor nûçeyên belavbûyî, navbirî bi kuştina kesekî bi navê Bêhrûzxan Mehmûdî di herêma Kalîforniya de hatibû tewanbarkirin. Lê belê piştî ku vegeriya bû Îranê, di Îranê de hatibû binçavkirin, û sizaya darvekirinê jê re hatibû birîn.

Tê gotin ku li gora qanûna sizayan di Îslamê de, her hemwelatiyeke Îranî di her cihekî cîhanê de tûşî her tawanekê be, di dema vergera bo Îranê vê sizayê xwe werbigire.

Eşkere bûyîna vê nûçeyê di demekê de ye ku her roj xelkê Îranê bi sebebên cur bi cur têne darvekirin, di çend rojên borî de Xamineyî di nameyekê de ji ciwanên Rojavayî re nivîsiye û tekez kiriye ku welatê Îranê dikare bibe mînakek baş ji bo jiyana we welatiyên Ewropî di paşerojê de.