Kurdistanmedia: Heqdestê kedkarên Şaredarî ên bajarê Seqizê, ku heya niha çend mehên ji ser ve derbas dibe nehatiye valakrin, û ew kedkarene rastî pirsgirêkan hatine.
Pêka nûçeyên belavbûyî, eve di heyama 3 mehin ku Şaredariya bajarê Seqizê perê kedkaran vala nekiriye û ew jî bûye sedema pirsgirêkeke mizin bo kedkarên wî bajarî.
Piraniaya wan kedkarane dane zanîn ku, me di heyama çend mehên derbasbûyî de pare vernegirtiye û em daxwazê li berpirsan dikin da ku wê pirsgirêkê çareser bikin.
Herwisa wan kedkarane gotine, hayama destpêkirina dibistanan û zanîngehan kêm maye, û bi sedema nebûna pare û vala nekirina perê me, em nikarin alavên dibistanan bo zarokên xwe dabîn bikin.
Herwisa wan kedkarên Şaredariyê bi îşarekirin bi pirsgirêkên malî ên wî Saziyê, daxwaz ji berpirsên bajar û nemaze ji parêzgar kirine ku, wê pirsgirêkê çareser bikin, lê berpirsên rejîmê heya niha tu bersivek nedane wan kedkarên şaredariyê.