Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heqdestê Kedkaran para çi nake

12:33 - 27 Nîsan 2019

Kurdistanmedia:  Li Îranê heqdestê Kedkaran bi qasî kême ku para tu tiştî nake.

Bi sedema bilindbûna nirxan û kêmbûna heqdestê Kedkaran, hevwelatiyên Kedkar yên Îranê heqdestê van para tu tiştî nake.

Dibe Kedkarek 300 rojan berdewam kar bike û tu pereyî xerc neke da ku bikare mobaîla bi navê “Iphon LX” bikire.

Pêka berhevdanan, li welatê “Swissê”, bi 4 rojan û “Birîtaniya” 11 rojan, “Nigeria” 133 rojan kar kirinê, dikarin mobaîla “Iphon LX”ê bikirin, aliyê kêm heqdestê Kedkarekan li Îranê li sala 1398`an 50562 hezar Tûmene û nirxa mobaîla “Iphon a LX” jî 15 milyon Tûmene, di rewşa wiha de li Îranê kekdarek dibe 300 rojî kar bike û tu perey xerc neke, heya şiyana kirîna kirîna telefoneke wiha hebe.

Rewşa aloz ya aboriya welat û destpêsiya berpisên payebilind yên rejîmê, givaşên hêzên rejîmê yên li dijî welatiyan, betalbûna welatiyan, û betalbûna navend û karxaneyên Pîşeyî bûye sedem da ku, welatî nekarin hewcehiyên destpêkî  yên jiyana xwe dabîn bikin.

Di rewşeke wiha de welatî bo dabînkirina hewcehiyên jiyan xwe zehmetiyan dibînin û berprisên rejîmê jî hemû saman û serweta dewletê xercê kiriyarên terorîstî yên Spaha Pasdaran a terorsît li welatên herêmê yên wekî Huiyên Yemenê, Heşda Şe`bî li Îraq, Hizbulaha Lubanê û herwisa girûpên din dike.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama çend rojên derbazbûyî de, girûpa terorîstî ya bi navê “Siraya El-Cihad” ku tayeke li girûpa terorîstî ya Heşda Şe`bî û ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê dihate piştevanîkirin, li Komara “Chad” hate jinav birin.