Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herêma Kurdistanê devera azad li Rojavayê Kurdistanê ava dike

13:49 - 28 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Herêma Kurdistanê deverek azad û parastî li Kuridstana Sûriyê ji bajarên Hesekê heya Helebê ava dike.


Li gor rojnameyek Kuwêtî, Ebdullbasit Seyda, Serokê Encumena Nîştimanî a Sûriyê di van nêzîkane seredana Herêma Kuridustanê dike û di pêwendî li gel avakirina deverek azad di Kurdistana Sûriyê de li gel herêma Kurdistanê got û bêjan bike.
Ew devera parsatî li bajarê Hesekê heya Helebê dibe.
Li gor malpera “Kurdprês” wergirtî ji rojnameya Kuwêtî, Ebdullbasit Seyda wê li gel Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pirsa şandina sîlahan ji aliyê herêma Kuerdistanê ve bo Rojavaya Kurdistanê bîne berbas.
Rojnameya Kuwêtî bibê amaje bi çavkaniya wî nûçeyî, nivîsandiye ku Encumena Nîştımanî a Sûriyê dixwaze li bajarên Heseke, Qamîşlo û Helebê devera azad ava bike û hejmare eskerên Erteşa Azad pêkhatî ji pêkhateyên dijberên Sûriyê bişînin nava axa Sûriyê de û piştre Şêvra Ewlehî a Saziya “NY” devera azad biparêze.
Deng û basên han di demekê de ne ku Enwer Hacî Usman Cihgirê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê di got û pêjekê li gel kanala “NRT” de ragihan ku ew ji vê yekê haydar nine.