Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Emînî bo Îtiula’atê bajarê Sine hate gazîkirin

21:52 - 15 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Kempêyna Navnetewî ya Mafê Mirovan di Îranê de di daxûyaniyekî de ragehand ku, hejmarek ji wan kesên ku îdamkirina 20 girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê rexne kiribûn, hatine gazîkirin, û du ji wan kesên ku hatine gazîkirin “Hesen Emînî” û “Haşim Husênpenahî” ne ku bo Îdareya Îtila’ata Sine hatine gazîkirin û lêkolîn ji wan hatiye encamdan.

Malpera Kempêyna Navnetewî ya Mafê Mirovan li Îranê di daxûyaniya xwe ya roja 14’ê Tebaxê de ragehand ku, roja Şemî û Yekşemî berwarê 6 û 7 Tebaxa 2016’an, Hesen Emînî Hakimê Şer’i yê Sine, û Haşîm Husênpenahî yê mamostayê Zanistên olî û rêveberê ofîsa Hesen Emînê, bo îdareya Îtila’atê hatine gazîkirin û ji demjimêr 9’ê sipêdê ya wan 2 rojan heya 7’ê evariyan heman rojî, di bin lêpirsîn û lêkolînê de mane.

Hesen Emînî seba gazîkirin û lêkolîna xwe eşkere kir ku, Îtila’ata bajarê Sine, nerazîbûn û hirsa xwe li hemberî daxûyaniya rexnekirina îdama bikom ya wan girtiyên Kurd û herweha serdana malbatên wan kesên îdamkirî, nîşan dan.

Di vê derheqê de Hesen Emînê eşkere kir ku, karbidestên îdareya Îtila’ata rejîmê daxûyaniya min ya derheq bi îdamkirina 20 girtiyên Kurd, bi têkdana bîrûraya giştî dan zanîn û ragehandin ku, keysa taybet jê re çê kirine û wê bi dadgehê bê sipartin.

Hesn Emînî herweha zêde kir ku Îtila’atê daxwaz ji min kir ku sozê bidim ku careke din kareke bi vî rengî nekim, lê min sozek neda wan.