Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rûhanî: Me biryara civînê digel Amerîkayê tinin e

12:20 - 3 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê rejîma Îranê di meclisê de daye zanîn ku, em digel Amerîkayê civînên dualî pêk naynin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Sêşemî 12`ê Xermanan, serkomarê rejîma Îranê Hesen Rûhanî di meclisê de ragihand ku, me çendîn cara gotiye û em dîsan jî dibêjin ku, em ti biryarek bo civînkirin digel Amerîkayê tinîn e.

Eve di demekê de ye ku, Rûhanî çendin caran ji rêya dewleta Feransayê ve daxwaza civînê digel Amerîkayê kiribû, lê bi sedema givaşên rêberê rejîmê û parek li nûnerên meclisê li ser wî, navbirî li biryara xwe vekişiya.

Rûhanî di nav axavtinê xwe de îdi`     a dike ku Amerîkayê lihember Îranê şikest xwariye, û bi wê sedemê Amerîka dixwaze danûstandinê bike.

Navbirî daye zanîn ku, emê di demekê digel Amerîkayê danûstandinê bikin ku Amerîka hemû dorpêçên aborî li ser me rake.