Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rûhanî wekî gef, çawaniya avêtina pêngawa 3`emîn ragihand.

17:36 - 5 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ku çend rojekan berî nîha gef xwaribû ku dê bi mebesta paşvevekişiyana xwe ji sozên danî Bercamê, dê pêngawa 3`emîn biavêje.

Roja Çarşemî 13`ê Xemanan, Serkomarê rejîma Îranê, Hesen Rûhanî, çawaniya avêtina Pêngava 3`emîn ji aliyê rejîma xwe ve bona kêmkirina qevl û sozên ku berê dabûne Bercamê, ragihand û got eva pêngava dawiyê ye.

Hesen Rûhanî got: Bila Saziya Vize ya Navkî, îro pêde sozên ku dabûne bercamê wêde danê û bona pêşxistina bernamên xwe bixebite.

 Herwisa wî got: Bernama etomiya me ya vê care wiha ye, emê Santrîfiyujên a nû û meyandina Uraniyomê zêdetir bikin.

Rejîma Îranê hindî ma benda Ewropayê daku, bibe navbendçî û givaşan li ser kêm bike û belkî îznê ji wan re bidin daku bikare nefta xwe bifiroş e, niha ku tu yek ji cehdên xwe de ser nekevt, ketiye gefan û paşve vekişyana ji Becamê.

Ewa jî di demekê de ye ku, ne tenê tu welatek alikariyê jêre nake, belkî hevdem digel wan gefên rejîmê ji paşve vekişyane li bercamê, Amerîka roj bi roj pitir givaş û dorpêçan dixe ser rejîma Îranê.