Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevbendiyên Saman Nesîm bi benda giştî a girtîgeha Tewrêzê hatin veguhastin

13:08 - 3 Gulan 2015

Kurdistan media: Du girtiyên siyasî yên kurd ku hukmê îdamê bi ser wan de hatibû sepandin, bi benda giştî a girtîgeha nawendî ya Tewrêzê hatine veguhastin.

Li gor rapora malpera Kurdistan media, Sîrwan Nijawî û Îbrahîm Îsapûr du girtiyên siyasî ên kurd û mehkûm bi darvekirinê ku di benda girtiyên îdamiyan de dihatin ragirtin, bi benda gitî a wê girtîgehê hatin veguhastin.

Li gor rapora nawenda berevanîkar a mafên mirov ya Kurdistanê, ji çarenivîsa Saman Nesîm girtiyê dine siyasî yê kurd tu zaniyariyek li ber dest de nîne.

Sîrwan Nijawî di tîrmeha 1390 a rojî de piştî biçavkirin û îşkenceyên rohî û cismî di çiqa yek a dozgeriya Înqilab a Mehabadê de bê hebûna parêzer ji aliyê dozger Cewadî Kiya ve bi tometa muharibe dijberiya li gel Xweda û endametî di yek ji partiyên opozîsyona kurd û dijî rejîma Îslamî ya Îranê ve, hukmê darvekirinê bi ser de hate sepandin.

Îbrahîm Îsapûr, girtiyê din ê siyasî yê kurd ku xelkê gundewarên bajarê Serdeştê ye, di Tîmeha sala 1390 a rojî ji aliyê hêza ewlekarî ya Rejîma Îranê ve hatibû destbiser kirin û piştî îşkence û azarên rohî û cismî û ragirtina di bendên takekesî de bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin .

Herwisa ew girtiyê siyasî ê Kurd di Nîsana sala 2011’an ji aliyê dozgeriya Înqilaba bajarê Mehabadê ve bi tometa alîkarîkirin bi partiyek siyasî ya kurd û opozîsyona rejîma Îranê ve hukmê îdamê bi ser de hatibû sepandin.

Ew du girtiyên siyasî ên kurd di gel Saman Nesîm, Elî Efşarî, Hebîbulah Efşarî û Yûnis Aqayan di meha Rêbendana sala borî de ji bo cîbicî kirina hukmê îdamê bi ser wan de bo cihek nediyar hatibûm veguhastin û piştî îdamkirina Elî Efşarî û Hebîbullah Efşarî, Yûnis Aqayn bo girtîgeha Zencanê hatibû veguhastin, ji çarenûsa Saman Nesîm tu zaniyariyek berdest nine.

Malbatên wan du girtiyên siyasî ên kurd ku hatine daliqadin, heta niha termê zarokên xwe wernegirtine û wezareta Îtlaata Îranê bi malbatên wan du girtiyên siysî ragihandî ye ku termê wan du girtiyan binax kirine.

Saman Nesîm, girtiyê din ê siyasî yê kurd e ku cezaya îdamê bo hatibû birîn, heta niha tu zaniyariyek ji çarenivîsa wî ber dest de nine û heta niha dehan navendên berevanîkar ji mafên mirov ên cîhanî û Îranî nerazîbûna xwe derheq nediyarbûna çarenivîsa wan nîşan dane.

Saman Nesîm di meha Îlona 1993`an li bajarê Merîwan a ser bi parêzgeha Kurdistanê de hatiye dinê.